
DEM Partîyêji bo naskirina komkujîya li kurdên êzidî bang kirîye û gotîye:”Em bangî raya giştî ya navneteweyî û dewleta tirk dikin ku vê komkujîya li dijî gelê êzidî nas bikin, rêzê li vîna xelkê Şengalê bigirin”.
Ser komkujîya kurdên êzidî re 11 sal derbaz dibin ku li Şengalê bi destê DAIŞ ê zêdetirî 5 hezar kurdên êzidî hatin kuştin.
DAIŞ ê 3 ê tebaxa sala 2014 a êrîşî Şengalê kir û bi hezaran kurdên êzidî kuştin.
Bi hezaran jin û zarok hatin dîl girtin û revandin û bi sed hezaran kes jî koçber bûn.
Her wiha ji ber şer, 80 selefê bajar û gundên Şengalê wêran bûn.
DEM Partîyê li ser komkujîya kurdên êzîdî daxuyanek belav kirîye.
Di daxuyanîya bi îmzeya hevseroka komîsyona gel û bawerîyan ya DEM Partîyê Yûksêl Mûtlûyê hatîye dîyarkirin ku 3 ê tebaxa sala 2014 a li Şengalê ji alîyê DAIŞ ê ve êrîş li dijî gelê êzidî hatîye kirin û ev êrîş “wek lekeyeke reş di dîroka mirovahîyê de hatîye nivîsandin”.
Di daxuyanîyê de hatîye gotin:“Di vê hovîtîyê de 5 hezarî zêdetir êzidî hatine qetilkirin, bi hezaran kes hatine revandin, jin û zarok hatine kolekirin û rastî îşkenceyên sîstêmatîk hatine.
Tevî ku 11 sal derbaz bûne jî, zêdetirî hezar jin û zarokên êzidî hîn winda ne û çarenivîsa wan ne dîyar e.
Her çend ev êrîşên li dijî gelê êzidî ji alîyê hin sazî û dewletên navneteweyî ve wek komkujîyê hatibin naskirin jî, di raya giştî ya navneteweyî de hîn jî îradeyeke naskirinê ya giştî û bibiryar çênebûye”.
Di berdewamîya daxuyanîyê de ev tişt hatine gotin:
“Gelê êzidî, hilgirê bawerî û çandeke kevinar e ku bi sedsalan e li ser vê axê hebûna xwe didomîne.
Ev gelê ku di dîrokê de bi 74 fermanan hewl hatîye dayîn ku bê tunekirin, her carê bi berxwedanê hebûna xwe domandîye û bawarî û nasnameya xwe parastîye.
3 ê tebaxê ne tenê rojeke bîranînê ye, di heman demê de bangeke rojane ya têkoşîna heqîqet, edalet û rûmetê ya gelê êzidî ye”.
“Avahîya dêmografîk ya li Şengalê hîn di bin metirsîyê de ye”
“Mixabin, tevî 11 salên borî jî êşên mezin yên ku êzidîyan kişandine bi temamî nehatine telafîkirin pêvajoya edalet û rû bi rûbûnê nehatîye temamkirin.
Avahîya dêmografîk ya li Şengalê hîn jî di bin metirsîyê de ye.
Mafê vegera êzidîyan ya li ser axa xwe di pratîkê de tê astengkirin û berdewamîya îdêolojîk û leşkerî ya DAIŞ ê bi awayên cuda hebûna xwe didomîne.
Li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Sûryayê, heman zîhnîyeta tarî zext, gef û êrîşên xwe yên li dijî elewî, dûrzî, jin û komên bawerîyên cuda didomîne.
Mafên jîyanê yên jinan tên paşguhkirin, li ser bingeha nasname û bawerîyê êrîşên sîstêmatîk li ser gelan tên kirin.
Ev bêdengîya civaka navneteweyî dibe sedem ku edalet dereng bikeve û heqîqet neyê dîtin.
Wekî DEM Partî, em komkujîya li dijî gelê êzidî hatîye kirin şermezar dikin û kesên ku me di komkujîyê de ji dest daye, careke din bi êşeke kûr bi bîr tînin.
Em bi awayekî xurt tekez dikin ku em li gel têkoşîna edalet, heqîqet û azadîyê ya gelê êzidî yê kevnar in.
“Em bang li dewleta tirk dikin ku komkujîya li dijî gelê êzidî nas bike”
Em bangî raya giştî ya navneteweyî û dewleta tirk dikin ku vê komkujîya li dijî gelê êzidî nas bikin, rêzê li vîna xelkê Şengalê bigirin, ji bo dîtina kesên winda dest bi hewldanên pêwîst bikin û ji bo ku êzidî li ser axa xwe bi awayekî azad û ewle jîyana xwe bidomînin berpirsyarîyê bigirin ser xwe.
Yên ku jin û zarok kirin kole, yên ku tarîtî firotin, di rûpelên şermê yên dîrokê de hatine nivîsandin.
Rû bi rûbûna bi vê tarîyê re ne tenê berpirsyarîya doh, lê ya îro û ya paşerojê ye jî.
Ji bo ku paşeroj di tarîyê de nemîne, îro erkek li ser milê me hemûyan e ku em dengê edaletê bilind bikin, bîranînê geş bikin û bibin şirîkê berxwedana êzidîyan”.







