
Alêks Raûfoglû, peyamnêrê berê yê ajansa nûçeyan ya “Tûran” ê ya Adirbêcanêye li Waşîngtonê, ragîhandîye ku serokê Amêrîkayê Donald Tramp amadekarîyan dike ku roja înîyê li qesira Sipî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv qebkûl bike.
Raûfoglû li ser mîkrobloga xwe ya X ê nivîsîye: “Çend çavkanîya ji min re piştrast kirine ku Ermenîstan û Adirbêcan amade ne ku nîyeta xwe ya ji bo pêkanîna aşîtîyê di dawîya vê hefteyê li Waşîngtonê ragihînin. Çavkanîyan ji min re gotine ku tê payîn ku Tramp roja înîyê li qesira Sipî Nîkol Paşînyan û Îlham Elîyêv qebûl bike”.
Agahîyên ku ji alîyê rojnamevanê adirbêcanî ve hatine ragîhandin, ji alîyê Haqqin.az ê ya alîgirê hukumeta Adirbêcanê ve jî hatine belavkirin. Yêrêvana fermî hîn li ser van agahîyan şîrove nekirîye.
Em bi bîr bînin ku cara dawî ku Nîkol Paşînyan û Îlham Elîyêv 10 ê tîrmehê li Abû Dabîyê hevdîtin kirine.
Reuters ê vê dawîyê, bi îşareta çavkanîyên xwe, ragîhandîye ku Tramp bi Adirbêcanê û welatên Asyaya Navîn re li ser tevlîbûna wan di peymana Birahîm de nîqaş dike. Lê belê, ji bo tevlîbûna peymana Birahîm, Dewletên Yekbûyî şertek ji Adirbêcanê re datîne û daxwaz dike ku têkilîyên xwe bi Ermenîstanê re normal bike. Ajansa medyayê destnîşan kirîye ku ev mijar di serdana nûnerê taybet yê Tramp Stîvên Wîtkof meha adarê li Bekûyê hatîye nîqaşkirin, piştî wê jî alîkarê Wîtkof Aryêh Laytstoûn biharê bi serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv re civîyaye.
Divê bê gotin ku peymanên Birahîm peymanên dualî ne li ser normalîzasîyakirina têkilîyên ereba-Îsrayêlê, ku 15 ê îlona sala 2020 a, di dema yekem ya serokatîya Donald Tramp de, di navbera Îsrayêlê,Yekîtîya Mîrtîyên Ereba, Îsrayêlê û Bahrêynê de hatine îmzekirin. Li gorî belgeyê, welat têkilîyên dîplomatîk datînin û serwêrya hevdu nas dikin.







