H’emû nûçeSereke

Serfermandarê giştî yê hêzên çekdar yên Fransîyayê: Rûsya  sala 2030 a wê ji bo Avropayê gefek rastîn be

Serfermandarê giştî yê Fransîyayê Tîêrî Bûrxard bawer dike ku di pênc salan de Rûsyîya dikare bibe “gefeke rastîn” ji bo Avropayê.

Li gorî rapora European Pravda ê, gênêralê fransî nirxandina xwe ya li ser rewşa leşkerî ya li Avropayê da rojnameya Brîtanî The Economist ê daye.

Li gorî Bûrxard, divê rêbazên leşkerî yên Avropayê pêş bikevin û xwe li gorî şert û mercên nû biguherînin.

“Ezmûna wê, hejmara wê ya zêde û berxwedana wê artêşa Rûsyayê dike xwedî bandor û ji ber vê yekê jî xeternak”,- gênêral destnîşan kirîye.

Bi berçavgirtina gefên ji alîyê Fêdêrasîyona Rûsyayê ve, Bûrxard bawer dike ku Dewletên Yekbûyî wê Avropayê terk neke. Ew her wiha hêvî dike ku têkilîyên di navbera Fransîyayê, Brîtanyaya Mezin û Almanyayê de pêşve biçin, ku wê di pêşerojê de bibin leverek bandorê.

Ew piştrast e ku ev hevpeymanîya ku di mehên dawî de xurttir dibe, dikare bibe “stûna avropî ya NATO ê”.

Gênêral her wiha rêbazên şer yên guherbar vedibêje, bi taybetî, ew dibêje, çekên têknolojîya bilind yên wek mûşeka krûz ya SCALP wê pir girîng bin. Lê ew biha ne û divê bi cebilxaneyên erzan yên ku ji bo westandina dijmin hatine çêkirin bên temam kirin.

Ji bilî alav, divê taktîk û rêxistin jî neyên paşguhkirin. Îro, hemû artêşan xwedî dron in, lê yên herî bibandor ew in ku dikarin wan “li ser erdê, li hewayê û li deryayê” bi hev re bikar bînin.

Piştî van hemû pêşnîyaran, Bûrxard qebûl dike ku heger Fransîya bi rastî ji alîyê Rûsyayê ve bê tehdîtkirin, “ew ê ne li ser çekên kevneşopî, lê li ser astengkirina atomî be”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button