Wezîrê jîngehê yê Komara Ermenîstanê û balyozê Brîtanyayê li ser mijarên rêxistinî yên COP17 axivîne

Wezîrê jîngehê yê Komara Ermenîstanê, Hambarzûm Matêvosyan, balyozê Padişatîya Yekbûyî Con Galagêr qebûl kirîye.Li gorî “Armenpress” ê, wezîr li ser rûpela xwe ya Facebook ê derbarê hevdîtinê de nivîsîye.
Nivîsarê de tê tekez kirin ku wezîr û balyoz li ser mijarên rêxistinî yên konfêransa 17 emîn ya alîgirên peymana cûre-cûreya bîyolojîk, COP17, ku wê sala 2026 a li Ermenîstanê bê lidarxistin, axivîne. Tevahîya pêvajoya rêxistinî, tevî pêkhateyên darayî, têknîkî û hevkarîyê, hatîye nîqaşkirin.
Hambarzûm Matêvosyan nivîsîye: “Balyoz Galagêr bi hewcedarî û pirsgirêkên me re eleqedar bûye. Ewî tekez kirîye ku Padişatîya Yekbûyî amadebûna xwe ya piştgirîyê dîyar dike, û divê em zelal bikin ku ev piştgirî wê di kîjan alîyan de herî armanckirî û bibandor be”.
Di nîqaşê de her wiha li ser stratêjîya neteweyî ya cûre-cûreya bîyolojîk û gavên ku Ermenîstanê ji bo pêkanîna çarçoveya cûre-cûreya bîyolojîk ya cîhanî avêtine jî hatîye sekinandin.
Hambarzûm Matêvosyan gotîye:”Min pêşketinên xwe raber kirîye. Me her wiha li ser beşdarbûna Ermenîstanê di konfêransa COP30 û pêkhateya muhtemelya şandeyê axivîye.
Me girîngîya beşdarbûna me di konfêransên bi vî rengî de ji bo danûstandina ezmûnan û kûrkirina têkilîyên navneteweyî destnîşan kirîye.
Ji ber ku balyoz Galagêr mîsyona xwe ya dîplomatîk li Ermenîstanê temam dike, min ji bo hevkarîya wî ya bi bandor û avaker û hewldanên wî yên ji bo xurtkirina têkilîyên bi Ermenistanê re spasîya wî kirîye”.







