H’emû nûçeSereke

“Di demek nêzîk de Adirbêcan û Ermenîstan wê hebin: Tramp hêjayî xelata Аşîtîyê ya Nobêlê ye” :endamê kongrêsa amêrîkî

Endamê komarparêz yê meclisa nûneran ya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Wîlson elam kirîye ku serok Donald Tramp wê di demeke nêzîk de di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanê de aşîtîyê pêk bîne, ji ber vê yekê hêjayî xelata Aşîtîyê ya Nobêlê ye.

“Tu car serokomarekî bi qasî Donald Tramp aştîxwaz tune bûye.”

Kongo û Rûanda

• Tayland û Kamboca

• Pakîstan û Hindistan

Û di demek nêzîk de Adirbêcan û Ermenîstan.

“Ew hêjayî xelata Aşîtîyê ya Nobêlê ye,” endamê kongreyê li ser mîkrobloga xwe X ê nivîsîye.

Bîr bînin ku Alêks Raûfoglû, peyamnêrê berê yê ajansa nûçeyan ya “Tûran” ê ya Adirbêcanêye li Waşîngtonê, ragîhandîye ku serokê Amêrîkayê Donald Tramp amadekarîyan dike ku roja înîyê li qesira Sipî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv pêşwazî bike. Piştra ewî hûrgilîyên din jî dane.

Rojnamevan li ser mîkrobloga X ê nivîsîye: “Li gorî çavkanîyên min, hin hûrgilîyên li ser civîna bilind ya Dewletên Yekbûyî-Ermenîstan-Adirbêcanê ya vê înîyê Tramp wê pêşîyê bi serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan re bicive, dû re jî serokkomarê Adirbêcanê Elîyêv pêşwazî bike. Piştre her sê rêber wê daxuyanyeke hevbeş bidin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button