
Çavkanîyên herêmî yên ku bi rewşê ra agahdar in ji Middle East Eye re gotine ku tê payîn ku Adirbêcan û Ermenîstan roja înîyê li Waşîngtonê mêmorandûmeke têgihîştinê îmze bikin û soz bidin ku ji bo aşîtîyê hewil bidin.
Çavkanîyan dîyar kirine ku serokê Amêrîkayê Donald Tramp wê li qesira Sipî serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan qebûl bike da ku beşdarî merasîma îmzekirinê bibin.
Ermenîstanê û Adirbêcanê meha adarê li ser reşnivîsa peymana aşîtîyê li hev kirin, lê Bekûyê hîn jî hejmarek şertên din ferz dike berî ku ew bi dawî bê pejirandin. Di nav daxwazên Adirbêcanê de ya sereke ew e ku Ermenîstan destûra xwe biguherîne da ku rêfêransên li ser axa Adirbêcanê jê bibe, ku ev yek wê rêfêrandûmeke neteweyî li Ermenîstanê hewce bike.
Civîna li qesira Sipî wê piştî hevdîtina herdu rêberan ya li Abû Dabîyêye meha tîrmehê pêk bê. Piştî wê hevdîtinê, Elîyêv elam kiribû ku herdu welat dikarin di nav çend mehan de metina peymanê, yan jî qet nebe prînsîpên wê yên sereke, temam bikin û dû re îmze bikin.
Elîyêv destnîşan kirîye ku “Gihîştina lihevkirinekê li ser prînsîpên bingehîn, îmzekirina wan û dû re xebata li ser nivîsê dikare vebijarkek be” û tekez kirîye ku nêzîkatîyeke usa bi guhertinên destûrî yên Ermenîstanê ve girêdayî ye.
Çavkanîyan zêde kirine ku rêber muhtemelen “namayeke nîyetê” îmze bikin ne pêşnûmeya peymana aşîtîyê, ku wê serkeftina dîplomatîk ya ku Tramp ji meha borî ve li herêmê digere, bide wî.
Çavkanyeke sêyemîn ya herêmî ji MEE re gotîye ku wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov roja duşemê bi hevkarê xwe yê tirk Hakan Fîdan re têlefon kirîye da ku derbarê civînêda agahîyê bide. Wezîreta Tirkyayêye karên der piştrast kirîye ku Fîdan bi Bayramov re li ser mijarên dualî û herêmî axivî ye.
Yek ji astengîyên sereke hîn jî korîdora Zangêzûrê ye, ku wê axa sereke ya Adirbêcanê bi navçeya Naxçêvanê ve bi rêya Ermenîstanê ve girêbide. Ermenîstan peyva “Korîdora Zangêzûrê” red dike, û dibêje ku ew xwedî wateyên îrêdêntîst e li hember wê, ango axa wê ya serwêr ya Syûnîkêye.
Meha borî, balyozê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Tomas Barak bi fermî pêşnîyar kiribû ku hevaltîke amêrîkî korîdorê ji bo 100 salan kirê bike û birêve bibe, bi vî awayî fikarên her du alîyan yên li ser ewlehî û ewlehîya rêya veguhastinê çareser bike. Lê belê, Ermenîstanê pêşnîyar red kirîye û gotîye ku ew ê axa xwe ya serwêrî kirê nede welatekî sêyemîn.
Çavkanyeke herêmî yê ku bi danûstandinan agahdar e ji MEE re gotîye ku Tirkîyayê di destpêkê de pêşnîyar kirîye ku hevaltîke taybet ji bo birêvebirina korîdorê bê hilbijartin, ku paşê ji hêla Ermenîstanê û Adirbêcanê ve hatîye pejirandin.
Çavkanîyê dîyar kirîye: “Lê belê, alîyê ermenî daxwaz kirîye ku hevaltî alîyê Nexçêvanêva korîdorê birêve bibe, ku ev yek ji bo Bekûyê îdî nayê qebûlkirin”.







