H’emû nûçeSereke

Planên jêopolîtîk yên neqanûnî li Başûrê Kafkasîyayê wê rastî bersiveke tûnd ji Îranê bê:Wêlayêtî

Elî Akber Wêlayetî, şêwirmendê payebilind yê rêberê bilind yê Îranê di kar û barên navneteweyî de, aktorên herêmî û navneteweyî ji hewlên vejandina projeya korîdora bi navê Zangêzûr hişyar kirîye. Ewî tekez kirîye ku Îran wê li hember her gefê li ser berjewendîyên xwe yên neteweyî yan herêmî bêdeng nemîne. Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Tehran Times ê ragîhandîye.

Di bersiva hewldanên nûkirî yên ji bo pêşvebirina projeya qaşo korîdorê de,Vêlayêtî hişyarî daye ku her gaveke ji bo ferzkirina guhertinên jêopolîtîk yên neqanûnî li Başûrê Kafkasîyayê wê bibe sedema bersiveke tund ji Îranê.

“Îran ne ji berjewendîyên xwe û ne jî ji aramîya herêmê bêxeber e. Her hukumetek, çi ji herêmê be çi ji derveyî wê be, ku hewil bide hewlên têkçûyî yên berê dubare bike, wê bi bersiveke tûnd ji Komara Îslamî re rû bi rû bimîne”,- karbidest li ser medyaya civakî nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button