
Dezgehên medyayê yên navneteweyî berdewam dikin ku li Waşîngtonê îro hevdîtinên di navbera serokê Amêrîkayê Donald Tramp, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv de dişopînin. Bi taybetî, Euronews destnîşan dike ku rêberên Adirbêcan û Ermenîstanê amadekarîyan dikin li Waşîngtonê bi serokê Amêrîkayê Donald Tramp re bicivin, wek beşek ji civîna aşîtîyê ku dikare bibe alîkar ji bo rêkeftineke aşîtîyê ya demeke dirêj li bendê di navbera her du welatan de.
Tê destnîşankirin ku piştî nêzîkî çar dehsalan ji pevçûyînên hovane, dibe ku Bekû û Yêrêvan di dawîyê de li ser aşîtîyê li herêmê li hev bikin û bi taybetî, vê yekê ji Moskvayê dûr bixin, ji ber ku her du welatên li Başûrê Kafkasîyayê yên Sovyêta berê ji Rûsyayê û bandora Krêmlê dûr dikevin.
“Hevdîtina bi serokê Amêrîkayê re li qesira Sipî wê sîgnaleke qewîn ji Moskvayê re bişîne derbarê pabendbûna her du welatan ji bo dîtina çareserîyeke di navbera xwe de, lê di heman demê de wê bala sîyaseta wan ya der jî biguhezîne Rojavayê. Ev yek wê hewldanên berfirehtir yên Tramp ji bo nîşandana xwe û Amêrîkayê wek lîstikvaneke sereke di çareserkirina nakokîyên cîhanî de jî xurt bike”,- weşanxwenêda tê gotin.
Tê destnîşankirin ku dema civîna qesira Sipî bê guman wê ji bo Moskayê şok be. Roja dema dawî ya ku Tramp ji bo peymana agirbestê daye, Krêml wê du hevalbendên nêzîk yên Rûsîyayê yên berê li Waşîngtonê bicivîne, dibe ku peymaneke aşatîyê ya dîrokî îmze bikin.
Weşan her wiha mijara ku jê re “Korîdora Zangêzûr” tê gotin, vedibêje.
Di heman demê de, tê destnîşankirin ku Moskva, ku li Ûkraînayê asê maye, hêdî-hêdî bandora xwe li herêma Başûrê Kafkasîyayê, ku keleha xwe ya bi dehan salan e, winda dike.
Moskva hewil dide ku têkilîyên xwe bi hem Bekûyê û hem jî Yêrêvanê re sererast bike, “navbeynkariyê” raber dike û kampanyayên dêzînformasîyonê li dijî Yêrêvanê dide destpêkirin. Hewldanên Rûsyayê yên ji bo sererastkirina têkilîyên xwe bi Bekûyê re piştî ketina balafireke Adirbêcanê kanûnê de li Qazaxistanê, ku di encamê de ji 67 rêwîyan 38 kes mirin, bi tevahî hatin têkbirin.
Li gorî Euronews ê, lêkolîna bûyerê nîşan da ku balafira geşta 8243 ya Adirbêcan Airlines li qada hewayî ya Groznîyê ya Rûsîyayê ji alîyê parastina hewayî ya Rûsyayê ve hatîye xistin.
Her wiha, rapor zêdebûna rageşîya di têkilîyên di navbera Adirbêcanê û Rûsyayê de piştî girtina azêryan li Yêkatêrînbûrgê vedibêje.
“Her çend vekişîna Rûsyayê rê li ber Ermenîstanê û Adirbêcanê vekirîye ku nakokîya xwe ya bi dehan salan bi dawî bikin jî, di heman demê de li herêmê valahîyek hêzê çêkirîye, nemaze li ser mijarên sereke ku dibe ku Bekû û Yêrêvan ji bo gihîştina rêkeftinekê bêtir dem û tawîzan hewce bikin, wek Korîdora Zangêzûrê. Û ev ji bo welat û rêberên din derfetek peyda dike ku ne tenê lihevkirina dîplomatîk pêşve bibin, lê di heman demê de sûdên aborî jî bi dest bixin”,- nava weşanêda hatîye gotinê.







