Ermenîstan ji welatekî ku îxraçkarê mêtalên bermayî ye, bûye welatekî ku armanc dike berhemên qedandî îxraç bike: Papoyan

Ermenîstan ji welatekî ku mêtalên bermayî îxraç dike, veguherîye welatekî ku berhemên mêtal yên qedandî hildiberîne û bi tevahî bazara navxweyî têr dike, û her wiha xwedî armancên îxracatê ye.
Li gorî “Armenpress” ê, ev yek ji alîyê wezîrê aborî Gêvorg Papoyan ve di civîna 7 ê tebaxê ya hukumeta Ermenîstanê de hatîye gotin, dema ku pêşnûmeya biryara li ser sazkirina prosêdûra lîsênzîyayê ji bo îtxalkirina barên pola bo Ermenîstanê û forma lîsênzîyaye sereke raber kirîye.
Ewî bi hûrgilî gotîye ku ev pêşnûme ji qanûneke ku vê dawîyê ji hêla meclîsa neteweyî ya Komara Ermenîstanê ve hatîye pejirandin derdikeve holê, ku ji bo her toneke berhemên mêtalî yên ji welatên sêyemîn têne îtxalkirin, baca bingehîn 29 hezar dram destnîşan dike.
Wezîr destnîşan kirîye ku di encama çalakiyên hukumetê de, li gorî texmînên cûre-cûre, salên dawî de veberhênanên heta 150 mîlyon dolarî hatine kirin, 1000 kar hatine efirandin, û di karanîna bermayîyên mêtalên hesinî û nehesinî yên herêmî de zêdebûnek çêbûye.
“Bi dehsalan e ku alavên kargehê, tevahî xetên montajê, cûre-cûre mêtal û karosên otomobîlan di bin navê bermayîyên mêtal de ji Ermenîstanê dihatin hinardekirin. Piştre hukumetê biryar da ku bacan ferz bike, û di derbarê hinardekirina wan we hin astengî hatine efirandin”,- Papoyan gotîye.
Serokê beşê tekez kirîye: “Bi saya sîyaseta hukumetê, kargehên ku li Ermenîstanê berhemên mêtal yên qedandî hildiberînin, bi tevahî bazara navxweyî digirin û armancên hinardekirinê hene” û zêde kirîye ku Ermenîstan ne tenê xurtkirina mêtal, lê di heman demê de berhemên ku daxwaz li ser wan heye û bi kalîtê ne jî hildiberîne, wek pîlên aluminiumê.
“Veberhênanên pir mezin di sêktorê de hatine kirin, hejmareke mezin ji kar hatine efirandin, û em wê sîyasetê didomînin. Bi rastî, ev pêşnûmeya biryara hukumetê berdewamîya mantîqî ya wê sîyasetê ye”,- Papoyan gotîye.







