H’emû nûçeSereke

Ew biryarname, ku me li ser li hev kirîye, pêşnîyarî Fêdêrasîyona Rûsyayê re kirîye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan li Waşîngtonê bi rojnamevanên ermenî re axivîye û li ser sedema nekarîna navbeynkarîya Rûsyayê di vekirina danûstandinên herêmî de şîrove kirîye. Paşinyan gotîye ku Ermenîstanê jî heman çareserîyek pêşnîyar kirîye ku ew li ser lihevkirinekê li hev kirine.

“Hûn bîr tînin ku komeke xebatê ya sêalî hebû ku bi mijara ragîhandina herêmî re mijûl dibû. Me her gav amadebûna xwe ya ji bo xebatê bi vê mentîqê li wir anî ziman, û qet ji me re eşkere nebû çima, tevî vê yekê, ev yek bi awayên raste-rast yan neraste-rast hate astengkirin”.

“Ev yek çênebû ji ber ku me dît ku hewil tê dayîn ku pêvajo ber bi têkbirina serwêrî, yekparçeya axê û dadwerîya Ermenîstanê ve biçin, ku em bi tu awayî nikarin pê razî bibin. Kes nikare me bi bêwijdanîyê tawanbar bike, ji ber ku me her gav gotîye ku ev ji bo me xeta sor e. Di vî warî de, guhertina rewşê ew e ku ev nivîs pir eşkeretir hatîye nivîsandin”,- Paşinyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button