Daxuyaniya hevbeş li ser hilweşandina pêvajoya Minskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê û pêkhateyên pêwendîdar ji dewletên beşdar yên Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê re hatine belavkirin: wezîreta karên der

Li gorî rêkeftina ku berê hatibû ragihandin, îro serlêdana hevbeş ya li ser hilweşandina pêvajoya Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê û avahîyên pêwendîdar û pêşnûmeya biryarê ya pêşnîyarkirî li welatên beşdar yên Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê hatine belavkirin.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der radigihînin.
Em bi bîr bînin ku 8 ê tebaxê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov li Waşîngtonê serlêdaneke hevbeş ji Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê re li ser girtina pêvajoyên Koma Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê û avahîyên pêwendîdar îmze kirine.
Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê bersiv da serlêdana hevbeş ya Ermenîstanê û Adirbêcanê li ser girtina Koma Mînskêye.







