
Serokkomarê Îranê Mesûd Pêzêşkîan, di axaftina xwe bi serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re, behsa peymana li ser pêkanîna projeya korîdora veguhestinê ya Kafkasîyayê kirîye, ku Dewletên Yekbûyî jî tê de beşdar e, û tekez kirîye ku girîng e ku serwêriya Ermenîstanê di vê mijarê de bê parastin û rê neyê dayîn ku tu avahiyên leşkerî yan ewlehîyê beşdarî pêkanîna projeyê bibin. Ewî her wiha destnîşan kirîye ku pêwîst e li hember kiryarên muhtemel yên alîyê amêrîkî hişyar bin.IRNA ê bi îşaret bi rêveberiya serokatîyê ragîhand ku di vê daxuyaniyê de, ewî destnîşan kirîye ku pêwîst e ku korîdora Kafkasîyayê bi rastî bibe rêyek ji bo aşîtî û pêşkeftinê, ne amûrek ji bo bidestxistina armancên berfirehkirina axê yên dewletên bîyanî.
Di axaftina bi têlefonê de, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi berfirehî li ser mêmoranduma aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ku vê dawiyê hatîye îmzekirin, û her weha alîyên cûre-cûre yên projeya korîdora veguhestinê ya Kafkasîyayê axivîye û spasiya xwe ji bo helwesta prînsîpî ya Komara Îslamî ya Îranê û hukumeta 14 a ya di parastina yekîtîya welatên herêmê de anîye ziman.
Serokwezîrê Ermenîstanê her wiha gotîye:”Tekezkirina Komara Îslamî ya Îranê li ser parastina serwêrî û yekparçeya axa Ermenîstanê ji bo me pir biqîmet û girîng e. Em ê tu peymanekê îmze nekin heya ku em bi tevahî di parastina berjewendî, raman û hestên dewleta dost û cînar ya Îranê de piştrast nebin”.
Paşînyan tekez kirîye ku têkilî û hevkariya bi Komara Îslamî ya Îranê re ji bo Ermenîstanê cihekî taybet digire û diyar kirîye ku Ermenîstan têkiliyên xwe yên bi Îranê re wekî stratêjîk dibîne û hemû biryar û kiryarên girîng dê di encama şêwirmendî û hevrêziya dualî de bên dayîn. “Me şefafî û rastgoyî kirine prensîbên bingehîn yên van têkiliyan û ev nêzîkatî wê her tim bê parastin”.
Pêzêşkian her wiha têkiliyên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Ermenîstanê de stratêjîk û têkiliya di navbera her du welatan de jî avaker bi nav kirîye, ku li ser bingeha cînartîya baş û rêzgirtina hevbeş ji bo yekparçeyiya axê ye. Ewî destnîşan kirîye ku nêzîkatîyên prînsîpî û maqûl her gav bingehek saxlem ji bo xurtkirina têkiliyên dostane û stratêjîk yên di navbera Têhranê û Yêrêvanê de bûne, û her hewldanek ji bo têkbirina van têkiliyên dîrokî û kûr dê bi tundî bê redkirin û ji hêla her du welatan ve wekî tiştekî nayê qebûlkirin bê nas kirin.
Serokkomar, tekezî li ser nirx û girîngiya têkiliyên cînartîya baş, bi taybetî di navbera Îranê, Adirbêcanê û Ermenîstanê de kirîye û diyar kirîye ku berdewamî û xurtkirina wan bi hişyarî, hevrêzî, yekîtî û nebûna her destwerdana biyanî ve girêdayî ye. Ewî destnîşan kirîye ku Komara Îslamî ya Îranê her gav berjewendîyên hevpar di têkiliyên herêmî de, bi taybetî bi cînarên xwe re, wek pêşîniyek dibîne û piştrast e ku nêzîkatiyek wiha wê li welatên cînar jî wekî pêşîniyek sereke bê hesibandin.







