SerekeSîyasî

Binesazî wê di çarçoveya serwêrî û dadwerîya Komara Ermenistanê de bixebite, kontrola alîyekî sêyemîn tune ye: Mirzoyan

Di warê îmzekirina peymana aşîtîyê û avakirina têkilîyên navdewletî de, ku li gorî nirxandina wî, di pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenîstanê-Adirbêcanê de gaveke pir girîng e. Li gorî wî, bi îmzekirina wê peymanê, di bingeh de, qonaxa sazûmankirina aşîtîyê dest pê dike.

Di hevpeyvîna  li gel “Armenpress” ê derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi îşaret  encamên civînên Waşîngtonê kirîye.

Pirs: Hûn encamên civînên li Waşîngtonê çawa dinirxînin?

Bersiv: bi kurtasî, tiştê ku li qesira Sipî qewimî, bê guman, bûyereke dîrokî bû. Mebesta min, berî her tiştî, îmzekirina peymana aşîtîyê û avakirina têkilîyên navdewletî ye, ku di pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de gaveke pir girîng bû. Bi wê îmzekirinê û daxuyanîyên devkî yên raya giştî yên piştre, hate ragîhandin ku aşîtî, di wateya nebûna alozîyan li ser sînor de, berê hatîye damezrandin û, di bingeh de, qonaxa sazûmankirina aşîtîyê dest pê dike.

Bi giştî, heman tişt dikare ji bo rakirina dorpêçê û ji nû ve destpêkirina binesazîyê jî bê gotin. Ez naxwazim bandoreke xelet biefirînim: qonaxeke pir girîng û bingehîn ya danûstandinan li ser prînsîpên giştî yên xebitandina binesazîyê bi dawî bûye, lê tenê qonaxek e. Ji bo zelalkirin û lihevkirina li ser şert û mercên taybetîtir û çareserîyên têknîkî, karekî pir mezin li pêş e.

Herwiha dixwazim lê zêde bikim ku peymanên ku di dêklarasîyona Waşîngtonê de hatine tomar kirin, bi beşdarîya alîyê amêrîkî û îmzekirina serokê Amêrîkayê wek şade, bê guman giranîya xwe hîn mezintir digirin.

Pirs: dema behsa binesazîyê tê kirin, şîrove û şîroveyên cuda ji hêla pispor û nûnerên tevgerên sîyasî yên cuda ve têne kirin, nemaze li dora xala 3 a ya daxuyanîya Waşîngtonê. Nêrîna we çi ye?

Bersiv: lê cîh ji bo şîroveyên cuda tune. Tiştê ku hatîye nivîsandin li ser lihevkirin e, tiştê ku hatîye nivîsandin divê wek ku hatîye nivîsandin bê xwendin, fêmkirin, ne zêdetir, ne kêmtir. Û hatîye nivîsandin ku xebitandina binesazîyê, tevî ya ku li Ermenîstanê bi hevkarîya amêrîkî bê çêkirin, di çarçoveya yekparçeya ax, serwêrî û dadwerîya welatan de pêk tê û avantajên hevbeş mîsoger dike. Dîsa, çi çareserîyên têknîkî yên ku hîn jî bên nîqaşkirin jî, ew nikarin li derveyî çarçoveya ku min behs kirîye bin.

Şîroveyên mayî berhema xeyalê ne yan jî hewldanek ji bo şaşkirina mirovan in. Mirov tenê dikare matmayî bimîne ka çawa, bi israra heywanekî navdar, hin “pisporên serbixwe” yan endamên partîyên “girêdayî” şertên ku, di rastîyê de, berê ji hêla me ve nehatine pejirandin, û niha di daxuyanîya Waşîngtonê de nînin, belav dikin. Ez dixwazim dîsa tekez bikim ku tiştê ku bi reş û sipî hatiye nivîsandin hemî binesazîyên wê di çarçoveya serwêrî û dadwerîya welatan de bixebitin, kontrola partîya sêyemîn tune. Ez difikirim ku ne gengaz e ku ji vê zelaltir bê gotin.

Lê ez dixwazim rastîyeke din ya pir girîng, bêjim, tomar bikim. Bi peymana ku di dêklarasîyona Waşîngtonê de hatîye bidestxistin, Ermenîstan ji dorpêçê tê derxistin, tiştek ku 35 sal in armanca Komara Ermenîstanê ye. Niha Ermenîstan gihîştina binesazîya rîya hesinî ya Adirbêcanê ji bo bazirganîya xwe ya navneteweyî heye û dikare wê bikar bîne.

Pirs: derbarê peymana aşîtîyê de jî spêkûlasîyon hene.

Bersiv:  me di demên berê de gelek caran fersend dîtîye ku em bibêjin naveroka peymana aşîtîyê bi piranî ji raya giştî re tê zanîn, me destnîşan kirîye ka çi tê de heye û çi bi rastî tune ye. 11 ê tebaxê, wek ku me bi alîyê Adirbêcanê re li hev kir, nivîsa peymana îmzekirî wê ji raya giştî re bê eşkerekirin.

Pirs: di dema serdanê de, civînên dualî jî hatin lidarxistin, mêmorandûm hatin îmzekirin, ev tê çi wateyê, di nav de ji bo hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstanê-Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî?

Bersiv: bi rastî, serdan ji alîyê pêşvebirina têkilîyên dualî yên Ermenîstanê-Dewletên Yekbûyî ve jî girîng bû. Di civîna Paşînyan-Tramp de, gengaz bû ku li ser gelek mijarên di rojeva hevkarîya stratêjîk de nîqaş bên kirin, û sê mêmorandûm hatine îmzekirin.

Mêmorandûma pêşxistina kapasîteyê ya “Xaçerêya aşîtîyê” piştgiriya Dewletên Yekbûyî  ji bo projeya “Xaçerêya aşîtîyê” dîyar dike, rola girîng ya Ermenîstanê wek navendeke veguhastinê ya herêmî tekez dike, û piştgirîya bêdawî ya Dewletên Yekbûyî ji bo serwêrî, yekparçeya axê û neşikandina sînorên wê yên navneteweyî yên naskirî yên Ermenîstanê ji nû ve piştrast dike. Armanca wê pêşxistina binesazîya Ermenîstanê û ewlehîya sînor e.Ew teşwîqkirina veberhênana taybet û xurtkirina şîyanên gumrikê û sînor vedihewîne.

Mêmoranduma li ser zekaya sûnî û nûjenîya nîvkondûtor armanc dike ku bi pêşxistina êkosîstema nîvkondûtor û sepanên zekaya sûnî, hevkarîyê di sêktora têknolojîya bilind de bi girîngî kûr bike. Ew girîngîya veberhênana taybet û hevkarîya giştî-taybet, û her weha hevkarîyên akadêmîk tekez dike. Alî soz didin ku perwerdehîya hêza kar pêşve bibin û hevkarîyên têknolojîk xurt bikin. Alî her weha dixwazin ji bo mîsogerkirina şert û mercên pêwîst ji bo bidestxistina zêdekirina statûya Ermenîstanê di bin kontrolên hinardekirina Dewletên Yekbûyî de bixebitin.

Mêmorandûma ewlekarîya ênêrjîyê armanc dike ku piştgirîya aramîya ênêrjîyê ya Ermenîstanê û modêrnîzasîyakirina pergala ênêrjîyê bike, veberhênanên sêktora taybet teşwîq bike û hevkarîya navokî ya sîvîl pêş bixe.

Mêmorandûm her wiha pêşxistina hevkarîya ênêrjîyê ya herêmî û pêşxistina kapasîteyên pîşeyî, xurtkirina xweserîya ênêrjîyê ya Ermenistanê pêşbînî dike.

Me bi wezîrê Amêrîkayêyî karên der  Marko Rûbîo re li hev kir ku di pêşeroja nêzîk de xebata hevbeş ji bo pêkanîna beşên jorîn û yên din yên hevkarîya stratêjîk zêde bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button