H’emû nûçeSereke

Karo Paylan bang li serokkomarê Tirkîyayê kirîye ku sînorê xwe yê bi Ermenîstanê re veke

Piştî îmzekirina peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de, parlamêntarê berê yê parlamêntoya Tirkîyayê Karo Paylan ji Partîya Dêmokratîk ya Gelan (HDP) ya alîgirê kurdan li Tirkîyayê bang li serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan kirîye ku sînorê Ermenîstanê û Tirkîyayê veke.

Wek ku ji hêla “Armenpress” ê ve hatîye ragihandin, Paylan li ser mîkrobloga xwe ya X ê nivîsîye.

“Rêberên Adirbêcanê û Ermenîstanê li ber serokê Amêrîkayê Donald Tramp peymaneke dîrokî îmze kirine, ku bi dawî li dijminatîya dehsalan anîye. Erka me ye ku em gavê bavêjin da ku ev aşîtî mayînde bibe. Birêz Êrdogan,  sînorê Tirkîyayê-Ermenîstanê veke, gelên Ermenîstanê, Tirkîyayê û Adirbêcanê bike yek. Werin em gava vê yekê  bikin” ,-ewî nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button