Tetbîqata leşkerî ya hevbeş ya Ermenîstan û Amêrîkayê “Teyrê hevkar-2025” dest pê kirîye

Îro destpêkirina tetbîqata leşkerî ya hevbeş ya Ermenîstan û Amêrîkayêye “Teyrê hevkar-2025” destpê kirîye.
Wekî ku ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê ve hatîye ragîhandin, di merasîma vekirinê de cîgirê yekem yê wezîrê parastinê yê Komara Ermenîstanê, serfermandarê giştî yê hêzên çekdar, gênêral-lêytênant Êdvard Asryan, balyoza Dewletên Yekbûyîye li Komara Ermenîstanê Krîstîna Qwîn, pêrsonelên leşkerî û mêvan beşdar bûne.
Di dema çalakîyê de, hîmnên neteweyî yên Komara Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî û her wiha hîmna tetbîqata leşkerî ya “Teyrê hevkar” hatine lêxistin.
Leşkerên beşdarî tetbîqatê bûne ji alîyê serfermandarê giştî yê hêzên çekdar, gênêral-lêytênant Êdvard Asryan û balyoza Dewletên Yekbûyîye y li Komara Ermenîstanê, Krîstîna Qwîn ve hatine pêşwazîkirin.
Bînin bîr bînin ku di çarçoveya amadekarîyên ji bo beşdarbûna di mîsyonên aştîparêzîyê yên navneteweyî de, tetbîqata leşkerî ya hevbeş ya Ermenîstanê-amêrîkî “Teyrê hevkar-2025” wê ji 12-20 ê tebaxê li Komara Ermenîstanê bê lidarxistin.
Armancên sereke yên tetbîqatê ew e ku asta hevahengîya yekîneyên ku di çarçoveya opêrasîyonên aşîtîyê de beşdarî mîsyonên aşîtîyê yên navneteweyî dibin zêde bibe, di rêveberîyê û ragîhandina taktîkî de baştirîn praktîkên xwe biguherînin û amadebûna yekîneya aşîtîyê ya Ermenîstanê xurt bikin.
Tetbîqat her wiha amadekarî û pêkanîna erkên parastina aşîtîyê, bi tekezî li ser prosêdûrên valakirina bijîşkî, dihewîne.







