Tûrîzma şerabê û fêstîval dibin hêza sereke ya tûrîstîyê li Ermenîstanê

Ermenîstan xwe amade dike ku bibe cîhekî girîng ji bo hizkirîyên şerabê, çandê.15 ê tebaxê, fêstîvala “Enofest Armenia” wê li meydana Xaçkarê ya Yêrêvanê dest pê bike, ku wê platforma zanistî û çandî ya “EnoTalks Armenia” jî li dar bixe.Organîzator ne tenê soza pîrozbahîyek geş didin, lê di heman demê de gaveke mezin ji bo pêşeroja ênotûrîzma welêt (tûrîzma şerabê) soz didin.
Temkirina şerabê wê ji hêla pispora şerabê ya navdar Marîam Saxatêlyanê ve bê kirin. Her wiha çalakîyeke bêhempa jî wê ji mêvanan re bê raber kirin: boyaxkirina şerabê, û şûşeyên ku mêvan wê bikaribin bibin malê wê bi notên taybetî bên kesanekirin.
Organîzator bi tenê fêstîvalekê vê sînordar nînin. Ew plan dikin ku akadêmîya tûrîzma şerabê ya cîhanê ava bikin, ku wê bibe platformeke perwerdehîyê di warê tûrîzma şerabê de. Grîgoryanê gotîye: “Armanca me ew e ku akadêmîyeke tûrîzma şerabê ava bikin û bi hev re bi dewletê re nêzîkatîyeke rast û berpirsîyar ji bo tûrîzma şerabê pêşve bibin”.
Her wiha ji bo pêşxistina stratêjîyekê ji bo pêşvebirina Ermenîstanê di bazara cîhanî ya tûrîzma şerabê de, civînên bi dezgehên hukumetê û rêxistinên taybet re jî têne plankirin. Mêvan wê ji serdanên çêkerên şerabê, opêratorên tûrîzmê, pavîlyonên xwendikar û perwerdehîyê, civînên bi pisporên pîşesazîyê re û kêfa sade ya fêstîvaleke çandî kêfê werbigirin.







