Gumanên opozîsyona Ermenîstanê yên derbarê metina peymana aşîtîyê de bi tevahî ji holê rabûne:wezîr

Pirsên bi gotinên trajîk yên li ser metina peymana aşîtîyê piştî weşandina wê bi tevahî ji holê rabûn. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî rêveberîya herêmî û binesazîyê Davît Xûdatyan, 14 ê tebaxê di hevpeyvîna bi rojnamevanan re gotîye.
Ewî bi xemgînî destnîşan kirîye ku berî weşandina belgeyê, opozîsyona Ermenîstanê guman nîşan daye. Li gorî wî, niha heman çîrok di derbarê pêvajoya vekirina rêyên ragîhandinê de dubare dibe. Xûdatyan zelal kirîye ku rayedar wê rê nedin ku heman çîrok dubare bibe, ji ber ku bi raya wî prînsîpên sîyasî yên sereke hatine zelalkirin.
Wezîr zêde kirîye: “Em behsa çar prînsîpan dikin ku ji alîyê serokwezîrê Ermenîstanê û her wiha serokkomarên Dewletên Yekbûyî û Adirbêcanê ve hatine ragîhandin. Mijara sîyasî ya herî girîng ya ku di belgeyê de hatîye formûlakirin, parastina prînsîpa yekparçeya axê, serwerî, dadwarî û beramberîyê ye.Heger kesek vekirina rêyan li ser bingeha van çar prînsîpên sereke wek korîdor bi nav bike, ev durûtî ye”.
Ewî xwest ku îmzekirina belgeyan, nemaze di rewşa pêkhateyeke wisa temsîlî de, tenê wek belge neyê binavkirin. Li gorî nirxandina wî, belge ji bo aşîtîya domdar, serwêrî û yekparçeya axa Ermenîstanê xwedî girîngiyeke sereke ye.
“Berê, şîroveyên xirab li ser metina peymana aşîtîyê dihatin kirin, lê piştî weşandina metinê, eşkere bûye ku tiştek tirsnak, trajîk yan jî xirab ji bo Ermenîstanê tê de tune. Em amade ne ku şîroveyên weha li ser vê belgeyê jî bên kirin, heta ku dem bê ku hûrgilîyên nexşerêya pêkanîna wê bên raber kirin”,- ewî tekez kirîye.
Karbidest gotîye ku heger pêwîst be, rayedar wê bê guman pirsgirêkên teknîkî bi heman awayê ku metina peymana aşîtîyê hatîye weşandin şîrove bikin.
Wezîr piştrast kirîye ku hemî xetere hatine hesabkirin. “Ji ber ku tê texmînkirin ku wê çend celeb binesazîyê hebin (ênêrjî, veguhastin û ragîhandin), ev pirsgirêkên teknîkî wê ji hêla komên xebatê ve bi tevahî bên nîqaş kirin, di nav de sêktorên taybetî, paramêtrêyên din yên têknîkî yên ku kom wê pêşve bibin, û dû re daxuyanîyên pêwîst bidin”,- Daaît Xûdatyan bi dawî kirîye.







