
Serokê kêmîneya sênatoya Amêrîkayê Çak Şûmêr li ser mêdyaya civakî nvîsareke tûnd kirîye û encamên civîna bilind ya di navbera serokên Amêrîkayê û Rûsyayê de li Alyaskayê kurteber kirîye.
“Usa xuya dike ku Tramp careke din Ûkraînayê difiroşe û li ber dîktator Pûtîn serî ditewîne. Ji bo vê yekê xelata aşîtîyê ya Nobêlê nayê dayîn,” ewî nivîsîye.
Bi bîr bînin ku civîna bilind ya di navbera Donald Tramp û Vladîmîr Pûtîn de 15 ê tebaxê li qeza Alyaskayêye Ankorîcê, pêk hatîye.
Civîn bi rêkeftineke agirbestê encam nedaye, lê alîyê li hev kirin ku di demek nêzîk de dîsa bicivin.
Dezgehên çapemenîyê ragîhandin ku di civînê de, Vladîmîr Pûtîn ji Ûkraînayê tawîzên mezin yên axê xwestîye.
Axios, bi îdîaya çavkanîyên xwe, ragîhandîye ku serokê Amêrîkayê, piştî civîna li Alyaskayê, di axaftina têlefonî de bi hevkarê xwe yê ûkraînî Valadîmîr Zêlênskî û serokên avropî re ragiîhandîye ku ew dixwaze heta 22 ê tebaxê bi beşdarîya serokên Amerîkayê, Rûsyayê û Ûkraînayê civîna sêalî li dar bixe.







