Wezîreta Ermenîstanêye karên der, piştî civîna li Waşîngtonê, axaftinên têlefonê yên Ararat Mîrzoyan bi hevkarên wî yên ji welatên cuda re raber kirîye

Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên Anî Badalyanê axaftinên têlefonê yên di navbera wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û hevkarên wî yên ji welatên cuda ku piştî hevdîtinên Waşîngtonê hatine kirin, raber kirîye.
Li gorî “Armenpress” ê, Badalyanê li mîkrobloga xwe ya X ê da nivîsîye:
“Piştî civîna bilind ya Waşîngtonê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi hevkarên xwe yên Îranê, Gurcistanê, Fransîyayê, Rûsyayê, Qazaxistanê, her wiha bi cîgirê serokê komîsyona Avropayê, nûnerê bilind yê kar û barên der û sîyaseta ewlehîyê yê Yekîtîya Avropayê re hevdîtin kirine, û li ser peymanên ku di danezana sêalî ya ku ji hêla serokwezîrê Ermenîstanê, serokkomarên Adirbêcanê û Amêrîkayê ve hatîye îmzekirin cih digirin, axivîye”.
Wezîrê karên der ji bo pêşwazîkirina bûyera dîrokî, tevî îmzekirina peymana aşîtîyê û ji bo piştgirîya pêvajoyê spasîya xwe anîye ziman.
Berdevkê bi bîr xistîye ku di navbera wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der de jî axaftinên têlefonê pêk hatîye, ku di dema wê de tedbîrên ji bo pêkanîna daxuyanîyê û avakirina bawerîyê hatine nîqaşkirin.
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokê Amêrîkayê Donald Tramp û serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv 8 ê tebaxê li Waşîngtonê dêklarasyona li ser “Rêya Tramp ji bo aşîtî û refaha navneteweyî” îmze kirine. Xala 4 emîn ya dêklarasyonê, bi taybetî, wiha destnîşan dike:
“Komara Ermenîstanê wê bi Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û alîyên sêyemîn yên ku bi hev re li hev kirine bixebite da ku çarçoveya pêkanîna bernameya ragîhandinê ya “Rêya Tramp ji bo aşîtî û refaha navneteweyî” (TRIPP) li ser axa Komara Ermenîstanê diyar bike. Em biryardarîya xwe ya ji bo girtina hemî tedbîran bi nîyeta baş ji bo bidestxistina vê armancê di zûtirîn dem de piştrast dikin”.







