H’emû nûçeSereke

Kanalên ragihandinê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de çawa û bi çi rêziknameyan bên vekirin:serokwezîr

Di encama peymanên Waşîngtonê de, Ermenîstan piştî 30 salan zêdetir dorpêçkirinê ji dorpêçê tê derxistin -encamek ku, ez difikirim, di demek ne ewqas dûr de dikaribû wek tiştekî nepêkan bê hesibandin. Derheqa wê yekêda serokwezîr Nîkol Paşînyan  di axaftina xwe ya ji bo gel gotîye.

“Gelek pirsên cûre-cûre têne kirin ka rêyên ragîhandinê yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de çawa û li gorî kîjan rêziknameyan divê bên vekirin, ango vekirina rêyan wê çawa be, ku ev jî di bingeh de ji bo me dîyardeyek nenas e. Nivîsa danezana Waşîngtonê bi tevahî bersiva vê pirsê dide: yekparçeya axê, serwêrî, dadwarî, neşikandina sînoran. Ev prînsîp in ku di çarçoveya wan de vekirina rêyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de divê pêk bê. Ev tê vê wateyê ku di warên sererastkirin û çêkirina rêyên ragîhandinê de, divê pêşî sînorê dewletê yê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de bê zelalkirin û destnîşankirin. Û sînor xwedî taybetmendîyên xwe yên mecbûrî ye: cerdevanên sînor, qereqolên gumrikê. Tiştekî din jî ev e ku heta di dema raberkirina projeya “Xaçerêya aşîtîyê” de û heta roja îro, me amadebûna xwe ji bo hêsankirina derbazbûna sînoran dîyar kirîye, û ev ew mijar e ku divê di pêşeroja nêzîk de bibe mijara nîqaşek berfireh. Û ma ev ji bo me derî li fikarên nû venake? Bê guman na, ji ber ku xala sêyemîn ya danezana Waşîngtonê jî prînsîpa beramberîyê destnîşan dike, û ev garantîyek e ku em ê bi Adirbêcanê re çareserîyên hevseng û hevbeş qebûlkirî bibînin.

Di mêmorandûmê de eleqeya Dewletên Yekbûyî  ji bo projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya hukumeta Ermenîstanê û xwesteka Dewletên Yekbûyî  ya veberhênana di çarçoveya prînsîpên yekparçeya axa Ermenîstanê, serwêrîya wê û neguherîna sînorên wê de tê tomar kirin.

Projeya “Xaçerêya aşîtîyê” û ew mêmorandûm rê li ber bernameya ragîhandinê ya “Rêya Tramp ber bi aşîtî û serfirazîya navneteweyî” vedike, ku soza veberhênanên mezin, feydeyên darayî, pêşkeftina aborî û zêdekirina rola Ermenîstanê dide. Di encama pêkanîna wê bernameyê de, rîya hesinên navneteweyî, otoban, borîyên êlêktrîkê û xetên êlêktrîkê wê ji axa welatê me derbaz bibin. Ev bername dibe yek ji beşên girîng yên projeya “Xaçerêya aşîtîyê”.

Ermenîstan bi van hemûyan re dibe xaçerêyek ji bo aşîtîyê.

Ez kêfxweş im ku niha fikarên hejmareke hevkarên herêmî yên di derbarê vê bernameyê de ji holê rabûne. Lê belê, em ê di atmosfereke hevkarî û şefafîyetê de bi wan re bixebitin”,- serokwezîr destnîşan kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button