
Fînlandiya, wek serokê niha yê Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê, wê li ser banga hevbeş ya Adirbêcanê û Ermenîstanê ya ji bo girtina pêvajoya Minskê û avahiyên pê re têkildar, bi dewletên beşdar re nîqaşan bike.Derheqa wê yekêda ji alîyê baregeha rêxistinê ve ji medyaya Adirbêcanê re hatîye ragihandin.
Ji aliyê xwe ve, sêkrêtarîya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê, amade ye ku hemû biryarên ku di encama van nîqaşan de hatine girtin bicîh bîne, nûnerê fermî yê rêxistinê dîyar kirîye.
Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê piştrast kirîye ku d11 ê tebaxê, ji Adirbêcanê û Ermenîstanê daxwaznameyeke hevbeş hatîye wergirtin, ku tê de ji encumena wezîran re tê pêşniyarkirin ku meseleya girtina Koma Minskê û avahiyên din yên pêwendîdar çareser bike.
Rêxistinê tekez kirîye ku “Em peymanên ku 8 ê tebaxê de li Waşîngtonê hatine îmzekirin pêşwazî dikin, Ermenîstan û Adirbêcanê ji bo vê destkeftiyê pîroz dikin, û rola rêveberîya Amêrîkayê di hêsankirina vê pêvajoyê de pir teqdîr dikin”.
Li gorî nûnerê fermî yê rêxistinê, Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê pabendê hemû hewildanên ku armanc dikin aşîtî û aramîya mayînde li Başûrê Kafkasyayê ava bikin dimîne.
Ji bilî sê welatên hevserok-Dewletên Yekbûyî, Rûsya û Fransayê -di komê de nin Bêlarûs, Almanya, Îtalya, Tirkîya, Fînlandiya, Swêd, Ermenîstan û Adirbêcan.







