H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan û Îlham Eliyev biryar kirine ku ji bo dayîna xelata Aîştîyê ya Nobêlê ji Donald Tramp re erza tevayî raber bikin

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv biryar kirine ku ji bo dayîna xelata Aşîtîyê ya Nobêlê ji serokê Amêrîkayê Donald Trump re, erza tevayî raberî komîtêya Navneteweyî ya Nobêlê bikin.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan  di axaftina xwe ya ji bo gel gotîye.

Serokwezîr behsa danûstandinên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê kirîye ku  8 ê tebaxê  bi navbeynkarîya Dewletên Amêrîkayêye  Yekbûyîye li Waşîngtonê hatine lidarxistin û belgeyên ku hatine îmzekirin û destnîşan kirîye ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de aşîtî hatîye damezrandin, ku rola serokê Amêrîkayê Donald Tramp û rêveberîya wî tê de pir girîng e.

“Di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de aşîtî hatîye damezrandin. Rola serokê Amêrîkayê Donald Tramp û rêveberîya wî di vê mijarê de pir biqîmet e.Ji ber vê yekê me bi serokê Adirbêcanê re li hev kirîye erza tevayî raberî komîtêya Navneteweyî ya Nobêlê bikin”,-Nîkol Paşînan gotîye.

Li civîna çapemenîyê de ku 8 ê tebaxê piştî îmzekirina daxuyanîya bi navbeynkarîya Amêrîkayê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatîye lidarxistin, serokwezîrê Ermenîstanê ragîhandîye ku Donald Tramp hêjayî wergirtina xelata aşîtîyê ya Nobelê ye, û serokkomarê Adirbêcanê pêşnîyarî  serokwezîrê Ermenîstanê  kirîye ku erza tevayî raberî komîteya Navneteweyî ya Nobêlê bikin da ku Xelata Aşîtîyê ya Nobêlê bidin serokê Amêrîkayê Donald Tramp.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button