Serokwezîr behsa mijarên vegerandina girtîyên li Adirbêcanê û kesên ji Qerebaxê koçber bûne kirîye

Piştî weşandina metina îmzekirî ya “Peymana li ser avakirina aşîtî û têkilîyên navdewletî di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê de”, têorîyên komployê yên li dora wê wek xanîyek ji kartan hilweşîyan.Welatîyên Ermenîstanê metina îmzekirî ya peymanê bi kêfxweşî qebûl kirine.
Li gorî “Armenpress” ê, di axaftina xwe ya ji bo gel, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bawarîyeke wisa anîye ziman û gotîye ku rexneyên objêktîv jî hene.
Serokwezîr tekez kirîye ku “Ya yekem ji van nehewcekirina mijara hevwelatîyên me yên ku li Adirbêcanê di dîlgirtinê de ne, di metina peymana aşîtîyê de ye. Danûstandinên li ser metina peymana aşîtîyê bihara sala 2022 a de dest pê kirine, û me hewlên cidî dane ku ev mijar di peymanê de cîh bigirin. Lê belê her ku danûstandin dirêj dibûn, me fêm kir ku hebûna mijara hevwelatîyên me yên ku li Adirbêcanê di dîlgirtinê de ne di metina peymanê de dikare wek ku vegera wan mijarek piştî îmzekirin û pejirandina peymanê ye bê şîrove kirin, û em bi vê texmînê nehatin û nayên rêvebirin. Û ji ber ku bi vê texmînê nehatin rêvebirin, ji destpêka danûstandinên li ser metina peymana aşîtîyê ve 58 hevwelatîyên me ji dîlgirtinê vegerîyane, û heke ev mijar ji peymana aşîtîyê re bihata hiştin, dibe ku ev yek çênebûya û pir caran çênebûya”.
Paşînyan her wiha gotîye ku niha hewldaneke dîplomatîk ya mezin tê kirin da ku pirsgirêk di zûtirîn dem debê çareser kirin.
Rexneya duyemîn ya girîng, li gorî serokwezîr, ew e ku pirsgirêka Qerebaxê bi metina îmzekirî ya peymana aşîtîyê hatîye girtin.
“Di bersiva vê rexneyê de, divê ez ji we re bibîr bînim ku adara sala 2025 a, min li ser vê bûyerê ji dika bilind ya meclîsa neteweyî daxuyanîyek da, û paşê, min bi bangeke ecêb ji bo serokwezîr ji gel re axivî. Min got ku divê em tevgera Qerebaxê berdewam nekin, min got ku ez ê Ermenîstanê bi vê mantiqa berdewamnekirina tevgera Qerebaxê bi rê ve bibim, û heke gel bi vê mantiqê razî nebe, min bang li wan kir ku şoreşekê bikin”.
Serokwezîr zêde kirîye: “Gel, ango hûn, welatîyên hêja, şoreşek nekir ji ber ku we, mîna min, fêm kir ku aşîtî bêyî girtina pirsgirêka Qerabaxê ne mimkûn e, ku pirsgirêka Qerabaxê bi rastî ji hêla hin hêzan ve wek amûrek ji bo astengkirina serxwebûn, serwêrî, avakirin û pêşveçûyîna dewletbûna Ermenîstanê hatîye bikar anîn”.
Li gorî Paşînyan, derbarê hemwelatîyên me yên ji Qerebaxê koçber bûne, ewî bi eşkereyî çend caran gotîye ku ew ramanên wan yên li ser vegerê rêalîst nabîne.
“Û bi gelemperî, ez nîqaşa dualî ya mijara vegera kesên ku ji destpêka pevçûyînên li Ermenîstanê û Adirbêcanê ve bûne penaber wek faktorek xeternak dibînim, ku zirarê dide aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatîye damezrandin. Hewldanên dualî yên ji bo nîqaşkirina van mijaran wê sûdê nede penaberan bi xwe, lê wê bibe çavkanîyeke nû ya alozîyê di navbera dewletan de. Min ev têgihîştin bi Bekûya fermî re jî parve kirîye. Û ez destnîşan dikim ku erê, ew mijareke xeternake û zirardar e ji bo aşîtîya nû”.
Têgihîştina min ew e ku hemû kesên ku bi vê stratêjîyê razî nînin, bi dilxwazî nexwazî xwe di mentîqa vejandina pevçûyînê de dibînin. Gelek pevçûyîn, di nav de pevçûyîna Qerabaxê jî, bi bilindkirina pirsgirêkên mirovî, çandî, ku dişibin bêguneh û sade, dest pê kirin, û ew veguherin çi, em bi bîr tînin û mixabin, me hemûyan li ser çermê xwe hîs kirine.
Vîzyona me ya pêşeroja hevwelatîyên me yên ji Qerabaxê hatine koçberkirin wiha ye: bi piştgirîya me û civaka navneteweyî, divê ew li Komara Ermenîstanê bicîh bibin û li vir wekî welatîyên tam yên Komara Ermenîstanê bijîn, biefirînin û xwe bicîh bikin”,- Paşînyan destnîşan kirîye.







