H’emû nûçeSereke
Îran û Ermenîstan dixwazin hecma bazirganîya xwe bigihînin 3 mîlyard dolarî: Mihemed Atabak

Wezîrê pîşesazî, maden û bazirganîyê yê Îranê Mihemed Atabak tekezî li ser berfirehkirina hevkarîyên aborî û bazirganî yên di navbera herdu welatan de û zêdekirina dahata bazirganîyê bo sê mîlyard dolara kirîye, raporta Mehr ê elam kirîye.
Atabak ev daxuyanî di dema serdana serokkomar Mesûd Pêzêşkîan bo Ermenîstanê û hevdîtina bi wezîrê aborîyê yê Ermenîstanê de daye.
Armanca avakirina komeke xebatê ya hevbeş bi beşdarîya cîgirên wezîrên herdu alîyan ew e ku pêkanîna peymanan bileztir bike û danûstandinan hêsan bike da ku di warê pîşesazî û bazirganîyê de bigihîje sê mîlyard dolarî, ku ev pêşnîyareke hevbeş ya wezîrên îranî û ermenî di vê civînê de bûye.







