Pispor û karkerên ji Îranê wê di avakirina 300 dibistanan û 500 baxçeyên zarokan de li Ermenîstanê beşdar bibin

Mesûd Pêzêşkîan li Ermenîstanê li ser hevkarîya di warên pêşxistin û avakirina bajaran de mêmorandûmeke jihevfêmkirinê îmze kirine. Derheqa wê yekêda komîtêya pêşxistina bajaran ya Komara Ermenîstanê ve hatîye ragihandin.
Peymana têgihîştinê ji alîyê serokê komîtêya pêşvebirina bajaran ya Komara Ermenîstanê Yêxîazar Vardanyan, wezîra Komara Îranêye Îslamî ya rê û pêşvebirina bajaran xanim Farzanê Sadêxêve hatîye îmzekirin.
Belgeya ku di navbera komîtêya geşepêdana bajarî ya Îranê û wezîreta Ermenîstanêye rê û geşepêdana bajarî de hatîye îmzekirin, çend warên sereke yên hevkarîyê destnîşan kirine, bi taybetî, beşdarbûna pispor û karkerên ji Îranê di bernameya avakirina 300 dibistanan û 500 baxçeyên zarokan de ku li Ermenîstanê tê bicîh kirin, danûstandina ezmûnê di warên plansazîya fezayî, kar û barên endezyarîyê yên têknîkî û yên din de. Her wiha alî wê di avakirin û xebitandina avahîyan, danasîna çareserîyên nûjen yên teserûfa ênêrjîyê, hinardekirina kar û barên endezyarîyê û pêşxistin û bicîhanîna bernameyên lêkolînê yên hevbeş de hevkarîyê bikin.
Armancên girîng wê danûstandina zanîn û ezmûnê di warên ewlehîya sêysmîk û avakirina berxwedêr ya erdhejê de, û her weha hevkarîya di navbera sazîyên peywendîdar yên her du welatan de di warê dîjîtalîzasîyakirina plansazîya bajarî de be.
Mêmorandûma têgihîştinê her wiha hevkarîya di navbera rêxistinên ku berjewendîyên pisporên sêktorî li Ermenîstanê û Îranê, zanîngeh û navendên lêkolînê temsîl dikin, û her wiha organîzasîyakirina pêşangeh û konfêransên pîşeyî yên hevbeş pêşbînî dike.







