H’emû nûçeSereke

Agahîyên sexte li dijî Ermenîstanê: France 24 nûçeya dizîkirina 3.4 mîlyon dolarî ji alîyê Anna Hakobyanê ve red dike

Kanala têlêvîzyonê ya fransî France 24 nûçeya ku ji hêla rûpelên sexte ve hatîye belavkirin, ku tê de jina serokwezîrê Ermenîstanê, Anna Hakobyan, tê îdîakirin ku 3.4 mîlyon dolar ji fonda “Sîtî of simayl” ê ya ku ji bo piştgirîya kesên bi nexweşîyên penceşêrê û xwînê hatîye damezrandin, dizî kirîye, red kirîye.

Li gorî “Armenpress” ê , kanala têlêvîzyonê ya fransî li ser vê mijarê axivîye, ji ber ku malpera ku nûçe belav kirîye gotar bi karanîna navên rojnamevanên France 24 weşandîye.Hevaltîya têlêvîzyonê tekez dike ku malpera Euleaks, ku  ji 12 ê tebaxê de, rojek berî weşandina gotara sexte ya li ser jina serokwezîrê Ermenîstanê hatîye efirandin, di gotarên xwe de navên 6 rojnamevanên France 24 bikar anîye, lê belê, tu têkilîya wan bi wê malperê re tune ye. Bi taybetî, tê destnîşankirin ku nûçeya sexte ya li ser Anna Hakobyanê li ser navê rojnamevanê berê yê France 24  Cêyms Korîdon hatîye weşandin.

France 24 tekez dike ku malpera Euleaks platformeke nûçeyên sexte ye ku vê dawîyê hatîye efirandin. Li gorî hevaltîya têlêvîzîyonê, daneyên domaîna malperê nîşan didin ku ew di 12 ê tebaxê de, rojek berîya weşandina gotara sexte ya li ser jina serokwezîrê Ermenîstanê, hatîye destpêkirin. Tê destnîşankirin ku malperê bi dehan gotarên nûçeyên navneteweyî bi îngilîzî weşandîye, ku bi îhtîmaleke mezin bi karanîna zekaya sûnî hatine efirandin.

Her wiha hevaltîya têlêvîzîyonê ya fransî bi şaxê Ermenîstanê yê Transparency International re têkilî danî, dîyar kirîye ku wan tu agahî tune ku îdîayên di gotarê de li ser jina serokwezîrê Ermenîstanê piştrast bike.

Malpera Euleaks îdîayên xwe yên derbarê skandala qaşo gendelîyê de girêda parêzer Sêrgêy Harûtyûnyan, lê belê paşê zelal kirîye û dîyar kirîye ku ewî qet daxuyanîyên wekî ku malper jê re dibêje, nedaye.

Kanala têlêvîzîyonê ya fransî digihêje wê encamê ku gotara jorîn nîşaneke din ya kampanya agahdarîyê ya li dijî Ermenîstanê ye, û bi bîr dixe ku vê dawîyê malpera sexte Courrier France 24 agahî belav kiribû ku tê de qaşo Fransîya amadekarîyên veguhestina bermayên atomî bo Ermenîstanê dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button