
Serokkomarê berê yê Gurcistanê Mîxêîl Saakaşvîlî li ser rûpela xwe ya Facebook ê li ser hevdîtina dawî ya di navbera serokên Dewletên Yekbûyî û Ûkraînayê de li Waşîngtonê şîrove kirîye û ew wek “serkeftinek ji bo (serokê Ûkraînayê Valadîmyr Zêlênskî) bi nav kirîye.
“Mijara sereke ya civîna bêhempa, dabînkirina garantîyên parastina leşkerî yên amêrîkî û avropî ji bo Ûkraînayê bûye, ku Tramp û avropî li ser li hev kirin, û ev tê wateya wergirtina parastinê mîna madeya 5 emîn ya peymana NATO ê”.
Pûtîn razî bûye ku bi Zêlênskî re bicive, lê bi rastî tu çareyek din li ber destê wî nîne, ji ber ku Rûsya niha xwedî kêmasîya byûcêyê ya herî mezin ya dîrokê ye. Ne tenê rûs nikarin li enîyê êrîş bikin, lê Ûkraîna jî ketîye êrîşê. Pûtîn tenê hewl dide ku pêşî li dawîya şer bigire ku wekî têkçûna wî xuya bike.
Saakaşvîlî nivîsîye: “Lê belê, ev têkçûna herî mezin ya Rûsyayê ye di sedsala dawî de, ku bê guman wê bibe sedema guhertinên mezin li herêma me”.







