Komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê meha îlonê wê serdana Ermenîstanê bike:balyozê Yekîtîya Avropayê

Balyozê Yekîtîya Avropayê Vasîlîs Maragos bi hevpeyvîna bi CivilNet re gotîye ku komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê Marta Kosê meha îlonê serdana Ermenîstanê bike.
Meha tîrmehê, di hevdîtina li Bryûsêlê bi serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Pasşînyan re, Marta Kosê dabû kifşê, ku ew plan dike ku di pêşerojeke nêzîk de serdana Ermenîstanê bike da ku bername û destpêşxerîyên hevbeş bi berfirehî nîqaş bikin.
Li gorî balyoz Vasîlîs Maragos, serdana Marta Kosê, bi taybetî wê li ser pêkanîna bernameya “Berxwedan û mezinbûna Ermenîstanê” ya bi byûcêya 270 mîlyon yûro û ka Ermenîstan çawa dikare ji ajendaya yekgirtinê ya Yekîtîya Avropayê sûd werbigire, nîqaş bê kirin.
“Li cîhanê kêm welat hene ku Yekîtîya Avropayê di çend salên dawî de pabendbûna xwe zêde kirîye. Bernameya “Berxwedan û mezinbûna Ermenîstanê” bi byûcêya 270 mîlyon yûroyî ku ji hêla seroka komîsyona avropî Ûrsûla fon dêr Layênê ve par hatibû ragîhandin, delîla zêdebûneke girîng ya fînansmana Yekîtîya Avropayê ji bo Ermenîstanê ye”.
Li gorî balyoz, têkilîyên di navbera Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê de qet wek niha nêzîk nebûne.
Balyoz destnîşan kirîye ku “Em hewil didin ku encamên ku bandorek erênî li ser jîyana welatîyên Ermenîstanê bikin bi dest bixin. Em piştgirîyê didin pêkanîna rêforman, em piştgirîyê didin penaberan, û her weha çalekîyên ku welat bi gihîştina û nêzîkbûna standartên wê nêzîkî Yekîtîya Avropayê dikin”.
Bi bîr anîna qebûlkirina qanûna li ser destpêkirina pêvajoya tevlêbûna Ermenîstanê bo Yekîtîya Avropayê, balyoz destnîşan kirîye ku tevgera ber bi avakirina têkilîyên nêzîktir bi Yekîtîya Avropayê re jixwe encamên berbiçev dide.
“Aşîtî û aramîya li herêmê pabendbûna Yekîtîya Avropayê ye. Û bê guman, endametî jî mimkûn e. Wek hûn zanin, ew bi serlêdanekê dest pê dike. Bê guman, ev yek hewce dike ku her du alî jî îradeya xwe li ser vê mijarê nîşan bidin. Piştgirîya tevahî û yekdeng ya welatên endam jî pir girîng e. Ev pêvajoyek e ku gelek hewldanê hewce dike. Wek ku we berê jî behs kirîye, gelê ermenî, bi rastî, dizane ku ew çiqas hewldanê hewce dike”,- balyoz destnîşan kirîye.
Li gorî balyozê Yekîtîya Avropayê, serdana nûnera bilind ya kar û barên der û sîyaseta ewlekarîyê ya Yekîtîya Avropayê Kaya Kalasê bo Ermenîstanê 29 ê hezîranê gelek derfetên nû bi xwe re anîn.
Balyoz destnîşan kirîye ku “Me vê dawîyê li ser stratêjîyeke behra Reş li hev kirîye, ku wê derfetên nû ji bo herêmê, tevî Ermenîstanê, biefirîne. Di hevkarîya me ya di sêktora ewlehîyê de jî pêşketin heye. Min berê behsa mîsyona Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê kirîye, lê me di warê parastin û ewlehîyê de jî dest bi şêwirmendîyan kirîye, û Ermenîstan jixwe ji tesîsa aşîtîyê ya avropî sûd werdigire.”
Li gorî balyozê Yekîtîya Avropayê Vasîlîs Maragos, ev derfetin ku pêkanîna wan bi rastî bi her du alîyan ve girêdayî ye, bi taybetî jî, bi şîyana hukumeta Ermenîstanê û gelê Ermenîstanê ve girêdayî ye ku ji van derfetan sûd werbigirin.







