Lîbêralkirina vîzayê ya Yekîtîya Avropayê ji bo Ermenîstanê rêalîste: baylozê Yekîtîya Avropayê

Balyozê Yekîtîya Avropayê Vasîlîs Maragos di hevpeyvîna li gel CivilNet ê gotîye ku serbestberdana vîzeyê ya Yekîtîya Avropayê ji bo Ermenistanê rêalîst e. Li gorî balyoz, ji sala 2019 a vir ve, Yekîtîya Avropayê ji bilî Ermenîstanê bi tu hevkarekî din re li ser serbestberdana vîzayê dîyalogek dest pê nekirîye.
Maragos gotîye: “Destpêkirina dîyaloga serbestberdana vîzayê bi Ermenistanê re gaveke sîyasî ya awarte bûye ku par hatîye avîtin. Me ew 9 ê îlona sala 2024 a de dest pê kirîye. Di pênc salên dawî de, dema ku Ûrsûla fon dêr Layên seroka komîsyona Avropayê bû, me bi rastî dîyaloga serbestberdana vîzayê bi tu hevkarê din re dest pê nekirîye. Ji ber vê yekê ev bûyereke girîng e. Û me ev kirîye ji ber ku em pê bawer dikin, ji ber ku em bawer dikin ku ew rêalîst e”.
Balyozê Yekîtîya Avropayê xebata ku Ermenîstanê heta niha ji bo bidestxistina serbestberdana vîzayê kirîye, têrker dibîne.
Maragos gotîye: “Dema ku nûnera bilind Kaya Kalas meha hezîranê li vir bûye, me mîsyonên nirxandinê hebûn. Ewê temambûna karê komîtêya navxweyî ya li ser amadekirina plana çalakîyê ya serbestberdana vîzayê ragîhand. Ev niha bi welatên endam re tê nîqaşkirin, û dema ku ev nîqaş biqede, ez hêvî dikim ku em ê di demek nêzîk de plana çalakîyê raberî raya giştî ya ermenî, rayedarên ermenî bikin”.
Li gorî balyoz, pêkanîna vê plana çalakîyê wê demê destnîşan bike ka kengê welatîyên ermenî wê derfeta wan hebe bê vîza herin Yekîtîya Avropayê.
Dîyaloga serbestberdana vîzayê ya di navbera Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê sala 2024 a bi fermî dest pê kirîye.
Lîbêralîzasîyakirina vîzayê tenê wê demê mimkûn be ku Ermenîstan rêformên pêwîst di warên jêrîn de, li gorî standartên Yekîtîya Avropayê bicîh bîne: danasîna pasaportên bîyomêtrîk, têkoşîna li dijî sûcên rêxistinkirî, xurtkirina pergala sepandina qanûnê, sîgortaya tenduristîyê ya mecbûrî.
Meha hezîranê, wezîreta karên navxweyî ragîhandibû ku plana çalakîyê ya serbestberdana vîzayê ya Ermenistan-Yekîtîya Avropayê wê di demeke nêzîk de radestî alîyê Ermenîstanê bê kirin.







