Şeraba Ermenîstanê di pêşbirka şerabê ya bi prestîj ya li Amêrîkayê de du mêdalên zêr bi dest xistîye

Şeraba ermenî di pêşbirkeke şerabê ya bi prêstîj de mêdala zêrîn bi dest xistîye. Vê carê, du şerabên ji kolêksiyona Voskêvaz Karasi di pêşbirka navneteweyî ya USA Wine Ratings de mêdala zêrîn bi dest xistinine.
Areni Noir û Haghtanak, şerabên ku cûre-cûrên herêmî yên kêm, kûzên axê û rêzgirtina ji bo hunerê li hev dicivînin, notên herî bilind wergirtin.
Di pêşbirka USA Wine Ratings de, şerab li gorî pîvanên jêrîn têne nirxandin: kalîte, biha, rêjeya kalîteyê û pakkirin, û pisporên ku bazarê ji hundir û derve dizanin li dora maseyan rûdinin: pisporên şerabê û pisporên firotanê. Serketî ne tenê şeraba xweş e, lê di heman demê de şeraba têkildar, reqabetkar û domdar e jî.
Û ew rastiya ku şeraba Ermenîstanê serkeftineke wisa bi dest xistiye gelek hêja ye, ji ber ku serkeftinên bi vî rengî wêneya Ermenîstanê wek welatekî ku dikare û dizane şeraba hêja çêbike, şekil didin.







