SerekeSîyasî

“Korîdora Zangêzûrê” nava  30 salîda wê 3,6 mîlyard dolar bîne û wê yazîya herêmê biguhêre: wezîrê tirk

Piştî çêkirina rîya stratêjî ya  “Korîdora Zangêzûrê”, ewê bibe rîya here kurt, ya ku wê here dinîya tirkî, komarên tirkî û rojhilata dûr. Derheqa wê yekêda wezîrê Tirkîyayêyî transportê Ebdilqadir Ûraloglû nava torên sosîyalîda gotîye.

“Bi hesabên 30 salî ew rê wê 3,6 mîlyard  dolar qazancke, lê zivira bara jî wê bighîje 15 mîlyon dolarî.

Em têra divînin wekî rîya hesinîye Qers-Îdir-Aralik- Dîlûcû wê ne tenê bibe xeta transportê, lê ewê usa jî bibe învêstîsya stratêjîk, ya ku wê yazîya herêmê biguhêre.

Ev xet wê korîdora navîn qewînke û wê welatê me bike  merkezeke navneteweyî, ya kirîn-frotanêye girîng”,-wezîrê tirk gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button