Di hevpeyvîna ligel Factor TV ê, pisporê sîyasî Êmîl Ordûxanyan bi awayekî katêgorîk li dijî nirxandinên ku dibêjin Ermenîstan bi mantîqa korîdorê ber bi rakirina dorpêçê ve diçe, derdikeve.
Ew îdîa dike ku bi navbeynkarîya Tramp, Ermenîstanê şerteke baş ji bo aşîtîyê bi Adirbêcanê re bi dest xistîye, bi vî awayî Dewletên Yekbûyî soza mîsogerkirina aşîtîyê girtîye ser xwe. “Elîyêv wê Tramp bikeve ber pirsê û bêje «Korîdora Zangêzûrê». Ev rêya Tramp e, rêz li serwêrîya Ermenîstanê digire. Divabû sêrvîsên taybet yên Rûsyayê li ser rêya Mêxrîyê rawestîyana, lê niha Ermenîstan wê kontrol bike, hêzeke leşkerî ya amêrîkî tune. Adirbêcanek nikare bi tankekê bi rêya Ermenîstanê biçe Naxçêvanê, Ermenîstan wê kontrol bike, ev ne korîdor e. Heger Elîyêv bêje, min « «Korîdora Zangêzûrê » bi rêya Ermenîstanê stend, em ê bêjin, «Me korîdora Nexçêvan stend. Ermenîstan leverek bandorê li ser Adirbêcanê digire, rê dide wê. Em ê her dem ku em bixwazin wê bigirin, heger ew wê wekî korîdorek bibîne”.
Zanyarê sîyasî bawer dike ku beşdarbûna alîyê amêrîkî, ji bilî veberhênanên aborî, ewlehîya zêdetir jî tîne.
Êmîl Ordûxanyan gotîye: “Heger Adirbêcan êrîş bike, ew ê li ser rêya Tramp êrîş bike. Bi hatina Amêrîkayê re, ewlehîya Ermenîstanê zêde dibe. Heger me Amêrîka tevlî nekira, Adirbêcan wê razî nebûya ku dorpêç bi serwêrîya Komara Ermenîstanê bê rakirin, Alîyêv Tramp red nekir. Rûsyayê plana Komara Ermenîstanê ya ji bo rakirina dorpêçê red kirîye, serwêrîya me nas nekir, û Amêrîkayê jî qebûl kirîye, plan wê bi wê re bê bicîhanîn”.







