SerekeSîyasî

Tramp bi îmzekirina rêkeftinekê li gel Ermenîstanê û Adirbêcanê derbeyeke stratêjîk li Îranê daye: Fox News

Fox News ê ragîhandîye ku Tramp bi îmzekirina peymanan bi Ermenîstanê û Adirbêcanê re derbeyeke stratêjîk li hukumeta Îranê daye.

“Peymana ku di destpêka vê mehê de di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatîye îmzekirin, ji Dewletên Yekbûyî re kirêya 99 salan ya Korîdora Zangêzûrê dide, ku ew xêzek zevî ya teng e ku wê bibe rêyek girîng ya bazirganî û ênêrjîyê ber bi Avropayê ve”.

Ev korîdor demek dirêj e ku di navenda pevçûyîna Qerabaxê de ye, ku bi deh hezaran kes koçber bûne û sê dehsalan bêîstîqirarî çêkirîye. Destwerdana Tramp her du alî anîne ser maseya danûstandinan û çavdêr dibêjin ku korîdoreke nû ya bazirganî û ewlehîyê ya girîng efirandîye ku behra Kaspîyê bi Avropayê ve girêdide, bi tevahî Îranê derbaz dike.

Ev peymana ku wekî TRIPP tê zanîn, kontrola aborî ya raste-rast dide Waşîngtonê li ser veguhestina hîdrokarbonên behra Kaspîyê bo Avropayê. Dewletên Yekbûyî wê binesazîya rîya hesin û torên têlêkomûnîkasyonê û borîyên ênêrjîyê yên ku di vê korîdorê re derbaz dibin kontrol bike, û ev yek wê di pîşesazîya veguhastina pêtrolê, gazê û kelûpelan ya herêmî de pozîsyoneke serdest bide hevaltîyên amêrîkî. Bi kontrolkirina vê damara veguhastinê, Dewletên Yekbûyî  ne tenê wê di bazirganî û veberhênana pêşerojê de bi mîlyaran dolaran qezenc bike, lê di heman demê de wê rêyên dabînkirinê yên alternatîv jî peyda bike ku wê girêdayîbûna wê ya bi hem Rûsyayê û hem jî Îranê kêm bike.

Ji bo hevalbendan, korîdor gihîştina erzantir û ewletir ya ênêrjîya behra Kaspîyê peyda dike. Ji bo Têhranê, ev tê wateya windakirina dahatê, windakirina bandorê, û dawîya şîyana wê ya ku wek navbeynkare girîng yê bazirganîyê di navbera Rojhilat û Rojavayê de tevbigere. Peyman bi piştgirîya NATO ê hatîye îmzekirin, û hin çavdêr jixwe jê re dibêjin peymaneke aşîtîyê ya dîrokî”,- Fox News dinivîse.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button