H’emû nûçeSereke
Bi hevra endamtîya nava nava Yekîtîya Avropayê û Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda tiştê bûyînê nîne, dema ku pêwîstbe hilbijêrin, emê wî çaxî qirarkin:Paşînyan

Ez her dem hîvîya mecala bi sirême, ya seredana li Fêdêrasîyona Rûsîyayê. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr piştî civîna hukumatê gotîye.
“Ez şame wekî li Rûsîyayê hîvîya minin û ez zanim, wekî hîvîya minin. Ez her dem jî hîvîya mecala seredana li Rûsîyayême û hûn çawa dibînin praktîka seredanaye aktîv heye û pêşerojêda seredana li Rûsîyayê têra tê dîtinê”,- ewî gotîye.
Çi ku derheqa endamtîya nava Yekîtîya Avropayê û Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîdane, serowezîr gotîye wekî ew fem dike ku bi hevra endamtîya nava herdu sîstêmada tiştê bûyînê nîne. “Dema ku hilbijartin îdî pêwîstbe,emê wî çaxî qirara anegor qebûlkin. Hemû ssênar jî dikarin bibin, kîjan usa jî xwestina cimeta me û pêvajoya hevraxeberdanava girêdayîne”,-ewî gotîye.







