
Serlêdana endametîya tam ya rêxistina hevkarîya Şanghayê tê vê wateyê ku Ermenîstan fêm dike ku quntarên nerojavayî jî hene û hewil dide têkilîyên xwe bi wan re kûrtir bike. Ev yek ji hêla Bênyamîn Poxosyan, analîstê payebilind yê navenda analîtîk ya «APRI Armenia» ve hatîye gotin, li ser serlêdana Ermenîstanê ya endametiya tevlîbûna rêxistina hevkarîya Şanhayê û hêvîyên gengaz ji civîna pêşerojê şîrove kirîye.
Wezîreta Ermenîstanêye karên der 3 ê tîrmehê de ragîhand ku Ermenîstan dixwaze statûya xwe ya çavdêr di rêxistina hevkarîya Şanhayê de bi statûya dewleteke endam biguhezîne.
Civaka pisporan bi bîranîna vê daxuyanîyê ku hin welatên endamên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve jî endamên vê rêxistina navneteweyî ne, bertek nîşan daye, ku serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê bi ne pêbawerî û nebersivdayîna têrker ya li hember dagirkirina Adirbêcanê ya herêmên sînor yên Ermenîstanê tawanbar dike. Di heman demê de, ne veşartî ye ku rêxistina hevkarîya Şanhayê, ji bilî ku avahîyeke sîyasî û aborî ye, di rêziknameyên xwe de pêkhateyeke ewlehîyê jî heye.
Poxosyan destnîşan kirîye ku “Ermenîstan fêm dike ku cîhan ne tenê li dora Rojava dizivire. Tevî hemû hewldanên ku ji bo kûrkirina têkilîyên bi Dewletên Yekbûyî û Yekîtîya Avropayê re têne kirin, Ermenîstan her wiha fêm dike ku cîhana ne-Rojava û rêxistinên ku wê temsîl dikin wê hêdî-hêdî roleke mezintir bigirin ser xwe. Di vê cîhana pirqatî ya nû derketîye holê, hîn jî pir kaotîk e, Ermenîstan jî hewce dike ku têkilîyên xwe bi rêxistinên ne-Rojavayê re pêş bixe”.
Bi raya wî, ev serlêdana endametîya tam gava yekem e li ser wê rêyê. Di heman demê de, analîst nafikire ku di civîna bilind ya rêxistina hevkarîya Şanhayê ya bê de biryarek li ser endametîya tam be dayîn. Ev pêvajoyeke pir tevlîhev e, û divê hemî welatên endam li gel endametîyê bin. Li gorî Poxosyan, ev dibe ku çend salan bidome. Niha, Ermenîstan di rêxistinê de xwedîyê statûya hevkarê dîyalogê ye.
Hêjayî gotinê ye ku gelek ji welatên endamên rêxistina hevkarîya Şanhayê, li gel Ermenîstanê, endamên Yekîtîya Avropî û Rêxistina Ewlekarîya Kolektîf ya Ewlehîyê ne. Rêxistina hevkarîya Şanhayê di destpêkê de wek platformek ji bo hevkarîya di navbera Rûsyaye, Çînistanê û welatên Asyaya Navîn de hatibû damezrandin. Bi demê re, rêxistin dest bi berfirehbûnê kirîye, ku ev yek giranîya sîyasî ya rêxistina hevkarîya Şanhayê hîn xurttir dike.
Li gorî analîst, divê rêxistina hevkarîya Şanhayê jî bi endametîya Ermenîstanê re eleqedar be, nemaze ji ber ku Yêrêvan bi endamên din yên rêxistinê re tu nakokî yan nakokîyên berjewendîyê yên eşkere tune ne.
Ji ber vê yekê, li gorî analîst, girêdana endametîya muhtemel ya Ermenîstanê bi feydeyên raste-rast yên aborî re dibe ku bi tevahî ne rast be. Ev bêtir sîgnyaleke sîyasî û jêsteke dîplomatîk e.
Divê bê gotin ku rêxistina hevkarîya Şanhayê rêxistineke navneteweyî ye ku sala 2001 e de hatîye damezrandin. Tê de Hindistan, Îran, Qazaxistan, Çînistan, Qirgizistan, Rûsya, Tacîkistan, Pakîstan û Ûzbêkîstan hene. Bêlarûs 4 ê tîrmeha sala 2024 a de, di civîna Astanayê de, bi fermî tevlî rêxistinê bûye. Welatên çavdêr Afganistan û Mongolya ne, û welatên hevkarên dîyalogê yên rêxistina hevkarîya Şanhayê Ermenîstan, Adirbêcan, Bahrêyn, Misir, Kamboca, Qeter, Kûvêyt, Maldîvî, Myanmar, Nêpal, Yekîtîya Mîrtîyên Ereba, Erebîstana Saûdî, Tirkîya û Şrî Lanka ne.







