Fikarên li ser ewlehiya stansîya Mêsamorêye atomî bi rastiyê re li hev nayên: Zaxarova

Nûnera fermî ya wezîreta Rûsîyayêye karên der, Marîa Zaxarovayê diyar kirîye ku fikarên ku di çapemeniyê de li ser ewlehîya stansîya Mêsamorêye atomî belav bûne, li gorî rastîyê nînin.
Li gorî peyamnêrê «Armenpress» ê, di brifînga heftane, Zaxarovayê her wiha tekez kirîye ku stansîya Mêsamorêye atomî bi taybetî ji bo Ermenîstanê, bi berçavgirtina taybetmendîyên sêysmolojîk û avhewayî yên komarê, hatîye çêkirin û ewlehiya stansîyayê ji hêla ajansa navneteweyî ya ênêrjîya atomî ve bi berdewamî hatîye piştrast kirin.
Dîplomata rûsî destnîşan kirîye ku zanyarên atomîî yên rûsî ji damezrandina sansîya Ermenîstanêye atomî ve bi rêkûpêk ezmûnên xwe diguherînin.
Zaxarovaye gotîye: “Niha, «Rosatom » bi pisporên ermenî re dixebite da ku temenê wê yê xebitandinê heta sala 2026 a dirêj bike. Pirsgirêkên reaktorên nifşê nû jî têne nîqaş kirin. Em fêm dikin ku hevkar dixwazin bi tevahî nêzîkî vê mijarê bibin, hemî vebijarkên gengaz binirxînin. Rêveberîya «Rosatom» ê bi hukumeta Ermenîstanê re di têkilîyê de ye. Rûsya ji bo sênaryoyên cûda amade ye, û me hemî rêze heye- ji rêaktorên modular bigire heya stansîyak nû ya mezin ya nûjên. Rûsya, berevajî, mînakî, tiştê ku li Dewletên Yekbûyî tê reklam kirin, xwe dispêre pêşkeftinên îsbatkirî”.
Zaxarovayê behsa foruma navneteweyî ya «Hefteya ênêrjîya atomî» ya navneteweyî kirîye ku li Rûsyayê hatîye lidarxistin û bi bîr xistîye ku vexwendineke fermî ji serokwezîrê Ermenîstanê re hatîye şandin. “Ez dikarim bêjim ku xebatên amadekarîyê yên cidî didomin. Pêşwext vexwendin ji serokên dewletan re hatine şandin, me ji gelek welatan bersiv wergirtine. Em beşdariya serokwezîrê Ermenîstanê ji holê ranakin, lê ji bo piştrastkirina dawî pêdivî ye ku bi Yêrêvana fermî re têkilî bê danîn”,- ewê destnîşan kirîye.
Zaxarovayê zêde kirîye ku Moskva dibîne ku Yêrêvan di berdewamiya hevkarîya dualî ya bi bandor di warê “atoma aştîyane” de eleqeya wê heye.
Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan ragihandîye ku ew plan dike ku di dawîya îlonê de serdana Rûsyayê bike.







