H’emû nûçe

Bi çi rûyî  Rûsya wê Ermenîstanê neçar bike ku korîdorê bide wê: dema ku Adirbêcanê axa Ermenîstanê dagir kir, ewê leşkerên xwe vekişandin: Arsên Xaratyan

Di hevpeyvîna li gel Factor TV ê, damezrînerê “Alik Media” ê Arsên Xaratyan nêrîna xwe anîye ziman ku Rûsyayê bi danîna behîsê li ser Bakuyê Ermenîstan û Adirbêcan winda kir, ku ev yek bû sedema kêmbûna bandora wê li herêmê û bi rakirina dorpêçê hebûna wê ya cidî li Syûnîkê mimkun e.

Arsên Xaratyan gotîye: “Fêdêrasyona Rûsyayê li hember hebûna muhtemel ya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî li Syûnîkê bi tundî yan jî bi tirs bertek nîşan neda. Sîyaseta Ermenistanê divê wisa be ku pêvajoyeke întêgrasyonê bi Rojavayê re hebe bêyî ku ji Fêdêrasyona Rûsyayê derbeyên dijwar lê werin xistin”.

Li gorî wî, hesabên Rûsyayê têk çûn, û îro herêma me winda dike. Şerê Rûsyayê li dijî Ûkraînayê li şûna 2 hefteyan 3,5 salan dom kir, û îro pîşesaziya leşkerî bi pirsgirêkan re rû bi rû ye  wextê wê tune ku çekan hilberîne. Arsên Xaratyan îdîa dike ku şandeyeke amêrîkî wê bê Ermenîstanê da ku mijara rakirina dorpêçê nîqaş bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button