H’emû nûçeSereke

Ermenîstan wê ji banka pêşkeftina Asyayê 45,3 milyon yûro deyn werbigire da ku kalîteya tenduristîyê baştir bike

Hukumeta Ermenîstanê wê di çarçoveya bernameyeke deynê ya li ser bingeha encaman we ji banka pêşkeftinê ya Asyayî 45.3 milyon yûro deyn bistîne da ku kalîteya sêktora tenduristîyê baştir bike.

Li gorî “Armenpress” ê, pêşnûmeya qanûna li ser pejirandina peymana deynê ya “Bernameya rêşxistina kalîteya tenduristîyê” ya di navbera Komara Ermenîstanê û banka pêşveçûnê ya Asyayî de di rûniştina komîteya kar û barên darayî, krêdî û byûcêyê encameke erênî wergirt.

Cîgira wezîra tenduristîyê ya Komara Ermenîstanê Lêna Nanuşyane gotîye: “Bernameyeke krediyê ya li ser bingeha encaman tê plankirin ku armanc dike kalîteyê di sêktora tenduristîyê de baştir bike”. Bi bîr xistîye ku pêşxistina sêktora tenduristîyê yek ji pêşîniyên sereke yên hukumetê ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button