Ermenîstanê di nîvê yekem yê salê de zêdetir 17 mîlyon dolar alîkarîya mirovî wergirtîye, ku herî zêde ji Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî hatîye

Ermenîstanê di nîvê yekem yê vê salê de 17 mîlyon û 98.4 hezar dolar alîkarîya mirovî wergirtîye, ku li gorî heman serdema sala borî bi 75 selefî kêm bûye.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda ji daneyên ku ji hêla komîtêya îstatîstîkê ve hatine weşandin jî tê îzbatkirin.
Mehên çile-hezîranê de, herî zêde alîkarîya mirovî ya ku ji Ermenîstanê re hatîye şandin, berhemên pîşesazîyên kîmyayî û yên bi wan re têkildar bûne, bi qîmetê 9 mîlyon 534,4 hezar dolar, piştre makîne, alav û mêxanîzmên bi qîmetê mîlyonek 867,6 hezar dolar tên. Koma sêemîn ya kelûpelan veguhastina bejahî, hewayî û avî ye, bi qîmetê mîlyonek 467,3 hezar dolar.
Hêjayî gotinê ye ku Ermenîstanê herî zêde alîkarîya mirovî ji Dewletên Yekbûyî wergirtîye.Alîkarîya mirovî ya ji Dewletên Yekbûyî wergirtîye 4 mîlyon 564,4 hezar dolar e, ku ev jî 26,7 selefê tevahî ye. Her wiha, li gorî nîvê yekem yê sala 2024 a, mîqdara şandinê 11,1 selefî zêde bûye.
Çînistanê di warê alîkarîya mirovî ya şandî bo Ermenîstanê, bi 2 mîlyon 528,5 hezar dolarî, ku ev jî ji 14,8 selefê tevahî ye, di rêza duemîn de ye, ku li gorî heman serdema sala borî 2,6 qat zêdetir e.
Welatê sêemîn di warê alîkarîya şandî de Îtalya ye, ku ev jî 10,6 selefê tevahî ye. Li gorî heman serdema sala borî, ev hejmar 25,5 selef zêde bûye.







