Nava 6 mehan de 1815 biyaniyan li Ermenîstanê mafê rûniştinê yê demkî wergirtin, 1775 kesan jî mafê rûniştinê yê daîmî wergirtin

Li Ermenîstanê, çile-hezîrana sala 2025 a de 1815 bîyanîyan statuya rûniştina demkî wergirtine û 1775 biyanîyan jî statuya rûniştina daîmî wergirtine.
Li gorî “Armenpress” ê, ev yek ji hêla daneyên ku ji hêla komîtêya îstatîstîkê ve hatine weşandin ve tê îzbat kirin.
Ji wan kesên ku statuya rûniştinê ya demkî wergirtine, 638 kesan li ser bingeha yekbûna malbatê, 769 kesan li ser bingeha xwendinê, 398 kesan li ser bingeha çalakîya karsaziyê û 10 kesan jî li ser bingeha neteweya ermenî statuya rûniştinê li Ermenîstanê wergirtine.
Di nîvê yekem yê salê de, herî zêde statuya rûniştina demkî li Ermenîstanê ji welatiyên Rûsyayê re hatîye dayîn – 474 kes. Şeş mehên pêşin de, 466 welatîyên Hindistanê û 293 welatîyên Îranê statuya rûniştina demkî wergirtine.
Li Ermenîstanê, herî zêde mafê rûniştinê yê daîmî ji welatiyên Rûsyayê re hatîye dayîn – 970 kes. Di nav 6 mehan de, 143 welatîyên Gurcistanê, 117 welatîyên Sûryayê, 113 welatîyên Ûkraînayê û 48 welatîyên Libnanê mafê rûniştinê yê daîmî li welêt wergirtine.







