H’emû nûçeSereke
Sêkrêtarê giştî yê Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê pêşwazîya biryara hilweşandina Koma Mînskê û pêkhateyên pêwendîdar dike

Sêkrêtarê giştî yê Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê Fêrîdûn Sînîrlîoglû biryara konsêya wezîran ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê ya ji bo hilweşandina koma Mînskê û pêkhateyên wê yên pêwendîdar pêşwazî kirîye.
Rayadarê tirk li ser rûpela xwe ya X ê nivîsîye: “Ez Ermenîstanê û Adirbêcanê ji bo vê gava berbiçev ya ber bi aşîtî û aramîya li herêmê ve pîroz dikim, ku delîleke berbiçev ya bandora dîplomasîyê ye”.
Sînîrlîoglû bawer dike ku ev pêşketineke dîrokî ye, nîşaneke xurt e ku dîplomasî dikare çi bi dest bixe, tewra piştî dehsalan ji pevçûyîn û nebawerîyê jî, dema ku alî biryardarîya xwe ji bo dîtina xaleke hevpar nîşan bidin.







