Yekîtîya Avropayê wê mîsyona xwe ya çavdêrîyê li Ermenîstanê bidomîne:Maragos

Yekîtîya Avropayê wê mîsyona xwe ya çavdêrîyê li Ermenîstanê bidomîne û vê gavê pêwîstî bi guhertinan tune be. Balyozê Yekîtîya Avropayêyî li Ermenîstanê Vasîlîs Maragos bersiva pirsa li ser vê yekê ku gelo piştî îmzekirina peymana aşîtîyê ya di navbera Yêrêvanê û Bekûyê mijara vekişandina hêzên sêemîn bo ser sînor derketîye holê,wiha gotîye.
Balyozê Yekîtîya Avropayê dîyar kirîye: “Wek ku ez zanim, gel û rayedarên Ermenîstanê pêşwazîya mîsyona Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê dikin. Ew çalakîyên xwe berdewam dike. Û heger hewcedarîya guhertinekê hebe, em ê bi welatên endam û bê guman bi rayedarên Ermenîstanê re nîqaş bikin. Lê di vê gavê de, ez dixwazim raya giştî ya Ermenîstanê piştrast bikim ku mîsyona Yekîtîya Avropayê wê li gorî mandata xwe çalakîyên xwe berdewam bike”.
Dema ku ji Maragos hatîye pirsîn ka piştî îmzekirina peymanê li Waşîngtonê nîqaş çêbûne yan na, ewî wiha bersiv daye: “Ezê tekez bikim ku mîsyona Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê li ser daxwaza rayedarên Ermenîstanê li vir e, û ew ê heta ku pêwîst be li vir bimîne. Ew amûreke aşîtî û çareserîyê ye. Û em bi tevahî piştgirîyê didin wê”.
Pênc meh piştî lihevkirina li ser metna peymana aşîtîyê, Ermenîstanê û Adirbêcanê 8 ê tebaxê li Waşîngtonê peyman îmze kirin. Li gorî peymanê, Yêrêvan û Bekû soz didin ku ji bicîhkirina hêzên partîya sêemîn li ser sînorê xwe yê hevpar dûr bisekinin.
Çavdêrên Yekîtîya Avropayê 20 ê sibata sala 2023 a de gihîştin Ermenîstanê. Çileya îsal de, biryar hatîye dayîn ku li gorî wê çavdêrên avropî wê du salên din, heta 19 ê sibata sala 2027 a, li herêmên sînor yên Ermenistanê bimînin. Bekûyê bi berdewamî mîsyona Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê bi “çalakîyên sîxurî” û “dîplomasîya têlêskopîk” tawanbar kirîye. Mîsyona Yekîtîya Avropayê van tohmetan bi awayekî katêgorîk red kirîye.







