Hevkarîya stratêjîk ya di navbera Ermenîstanê û Çînistanê de wê derfetên nû ji bo aborîya Ermenîstanê veke: Papoyan

Hevkarîya stratêjîk ya di navbera Ermenîstanê û Çînistanê de hatîye damezrandin, wê him ji bo aborîya Ermenîstanê bi tevahî û him jî ji bo nûnerên sêktora taybet derfetên nû veke.
Wextê hevpeyvîna bi “Armenpress” re, wezîrê aborîyê yê Ermenîstanê Gêvorg Papoyan bawaryeke usa anîye ziman.
Wezîr tekez kirîye ku di belgeya hevkarîya stratêjîk ya di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Çînistanê de, beşeke mezin û girîng bi aborî, bazirganî û veberhênanê ve girêdayî ye. Her wiha hin xal û xerîteya rê jî hene.
“Bi taybetî, her du welat dixwazin qanûnên heyî di warê bazirganî û veberhênanê de bêtir baştir bikin da ku herikîna bazirganî û veberhênanê ji bo hev hêsantir bike.Di vî warî de, ew bi xwezayî li bendê ne ku dahata bazirganîyê bi duemîn aborîya herî mezin ya cîhanê re zêde bikin û bê guman, veberhênanên çînî bikişînin, ku di nav yên herî balkêş yên cîhanê de ne”,-Papoyan her wiha gotîye û zêde kirîye ku aborîya Çînistanê di vî warî de xwedî derfetên pir baş û mezin e.
Li gorî wezîr, di belgeyê de her wiha girîng tê gotin ku alî soz didin ku di gelek waran de, bi taybetî di pîşesazîyê, çandinîyê, pîşesazîya têknolojîya bilind, ênêrjîyê û gelek sêktorên din de, hevkarîya kûr bikin.
“Di vî warî de, ez bawer dikim ku hevkarîya stratêjîk ya damezrandî wê him ji bo aborîya me bi giştî û him jî bê guman, ji bo nûnerên takekesî yên sêktora me ya taybet derfetên nû veke, ku ne tenê dikare veberhênanan ji aborîya Çînistanê bikişîne, lê di heman demê de têkilîyên me yên bazirganîyê û aborîyê jî kûrtir bike. Bi taybetî, ew dikarin him kelûpelan ji bo Çînistanê îxrac bikin û him jî ji Çînistanê bi prosêdûrên bazirganîyê yên hêsantir û sadetir îtxal bikin”,- wezîr gotîye.
Bazirganîya di navbera Ermenîstanê û Çînistanê de sala 2024 a li gorî sala sala 2023 a bi 1,7 qat zêde bûye. Papoyan ev yek wek nîşaneke cidî bi nav kirîye û destnîşan kirîye ku him di hinardekirin û him jî di hawirdekirinê de pêşketinên pir baş hatine tomar kirin.
Sala 2024 a , bazirganîya di navbera Ermenîstanê û Çînistanê de gihîştîye nêzîkî 2 mîlyard 280 mîlyon dolarî.







