H’emû nûçeSereke

Me bi serokê banka veberhênana binesazîyê ya Asyayî re pêrspêktîvên hevkarîyê nîqaş kirine: Paşînyan: /vîdyo/

Me li ser pêrspêktîvên hevkarîyê bi serokê banka veberhênana binesazîya Asyayî Sîn Lîszyûn re nîqaş kirine. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê li ser vê yekê nivîsîye û vîdyo pê re weşandîye.

Hukumeta Ermenîstanê ragîhandîye ku serokwezîr Paşînyan destnîşan kirîye ku endamtîya Ermenîstanê di rêxistinê de pêrspêktîvên nû ji bo pêkanîna bernameyên veberhênanê vedike.

Alîyan tekez kirine ku hevkarî wê ji bo pêkanîna projeyan di warê pêşxistina binesazîyê de bibe alîkar.

Civînê de, li ser mijarên gengaz yên xebata hevbeş, di nav de bernameyên ji bo pêşxistina binesazîya veguhastin, ênêrjîyê û ragîhandinê, nîqaş hatine kirin.

Serokwezîr Paşînyan behsa projeya bajarê akademîk kirîye, û bal kişandîye ser beşdarbûna potênsîyal ya  banka veberhênana binesazîyê ya Asyayî re wek veberhêner kirîye.

Serokê banka veberhênana binesazîyê ya Asyayî Sîn Lîszyûn tekez kirîye ku bank amade ye ku bi veberhênana di bernameyên ku wê beşdarî mezinbûna demdirêj ya welêt û kûrkirina têkilîyên herêmî bibin, piştgirîyê bide pêşkeftina sêktorên aborî, zanistî û perwerdeyî yên Ermenîstanê.

Alî pevketine ku xebatê berdewamkin ku pêşxistin û pêkanîna projeyên veberhênanê yên taybetî bidomînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button