H’emû nûçeSereke

Bi vekirina rêyan Ermenîstan wê diha karêkeve, ne ku Adirbêcan û Tirkîya: wana bi astengkirin em ceza kirine: Hayk Gêvorgyan

Parlamenterê berê yê Ermenîstanê, şîrovekarê aborî Hayk Gêvorgyan di hevpeyvîna bi Factor TV re îdîa dike ku peymanên 8 ê tebaxê yên li Waşîngtonê û rakirina dorpêçê ya plankirî ji bo Ermenîstanê dîyardeyên bêhempa ne. Hayk Gêvorgyan gotîye: “Rêyên me qet vekirî nîbûn, em ê tenê ji vê pêvajoyê  karê werbigirin. Ermenîstan wê ji vekirina rêyan ji Adirbêcanê û Tirkîyayê bêtir  karê werbigire, ewana rê girtibûn da ku  me ceza bikin. Berjewendîya Dewletên Yekbûyî li Ermenîstanê jêopolîtîk e, û dû re jî aborî ye. Rola herêmê mezin dibe”,- Hayk Gêvorgyan gotîye.

Şîrovekarê aborî îdîa dike ku Rûsya û Îran welatên nearam in û li gorî pêşbînîyan, pirsgirêkên wan di salên pêş de bi dawî nabin.

“Rola herêma me mezin dibe, rêyên întêgrasîyonê ji vir derbaz dibin. Dewletên Yekbûyî û Yekîtîya Avropayê bi vê yekê re eleqedar in, berjewendîyên Dewletên Yekbûyî û Ermenîstanê di mijara rakirina dorpêçê de li hev dikin, û divê em di vê rewşê de encama herî zêde bi dest bixin. Rakirina dorpêçê wê guhertinên erênî yên şok ji bo Ermenîstanê bîne. Hilberînerên me wê rêyên hinardekirinê yên kurtir û erzantir bistînin.. Em qet di şert û mercên aşîtîyê de nejîyane û rakirina dorpêçê, em nizanin ew çi ye, tirsên me ji wê tên”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button