H’emû nûçeSereke

Hevkarîya Ermenîstan-Çînistanê  hemû alîyan de pêş dikeve: hevdîtina serokwezîrê Ermenîstanê û cîgirê serokê Komara Çînistanê pêk hatîye

Li Pêkînê li palata Mezin  serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi cîgirê serokkomarê Çînistanê Han Ç’ên re civîyaye.

Han Ç’ên serdana serokwezîr Paşînyan li  Çînistanê û beşdarîya wî li civîna Rêxistina Hevkariya Şanhayê û meşa li Pêkînê  silav kirîye.Ewî destnîşan kirîye ku hevdîtina berhemdar ya di navbera serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Çînistanê  Sî Sînpîn bûye sedema avakirina hevkaryeke stratêjîk di navbera Ermenîstanê û Çînistanê de, ku wê beşdarî pêşkeftin û berfirehkirina hevkarîyê di hemû waran de bibe. Han Ç’ên di axaftina xwe de destnîşan kirîye ku Çînistan girîngîyeke mezin dide avakirina hevkarîya stratêjîk bi Ermenistanê re, û di vî warî de, serdana serokwezîr xwedî girîngîyeke sereke ye.

Serokwezîr Paşînyan spasîya xwe ji bo vexwendin û pêşwazîya germ nîşan daye û tekez kirîye ku serdana xebatê ya Çînistanê ji bo Ermenîstanê pir girîng e. Serokwezîr destnîşan kirîye ku di encama serdanê de, têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Çînistanê de gihîştine asta hevkarîya stratêjîk, ku derfetên nû ji bo kûrkirin û berfirehkirina têkilîyan diefirîne. Ewî her wiha destnîşan kirîye ku di salên dawî de, hevkarî di warên sîyasî, aborî û çandî de pêş dikeve û têkilîyên di navbera gelan de qewîn dibin. Li gorî serokwezîr, her du gel ji hev re sêmpatyeke mezin heye, ku ev bingeheke qewîne ji bo pêşvebirina hevkarîya berfireh.

Ewana li ser gelek pirsên girîng yên navneteweyî nêrînên xwe guhertine û bawerin ku di pêşeroja nêzîk de hevkarîya Ermenîstan-Çînistanê hem li ser asta dualî û hem jî li ser platformên piralî wê pêş bikeve.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button