Îsal 13,5 mîlyon dram ji bo dirêjkirina karê ênêrgabloka 2 emîn ya stansîya atomî ya Ermenistanê wê bê veqetandin

Hukumetê civîna xweye, ya 4 ê îlonê de, biryar da ku 13,5 mîlyard dram ji bo dirêjkirina xebata ênergabloka 2 emîn ya stansîya atomî ya Ermenîstanê heta sala 2025 a veqetîne.
Tê destnîşankirin ku sala 2020 î de hukumeta Komara Ermenîstanê biryarek daye ku li gorî wê, di navbera salên 2020-2025 a de ji byûcêya dewletê ya Komara Ermenîstanê 63,2 mîlyard dram deynê byûcêyê ji bo stansîya atomî ya Ermenîstanê hatîyê dayîn, ku ji vê qerzê 18,7 mîlyard dram sala 2020 î de, 25 mîlyard dram sala 2021 ê de, 7 mîlyar dram sala 2024 a de û 12,5 mîlyard dram sala 2025 a de ye.
Di hinceta biryarê de tê gotin: “Di çarçoveya deynê byûcêyê yê bernameya giştî de bi mîqdara 63,2 mîlyard dram, peymanên deynê yên 49,665 mîlyar dram hatine îmzekirin, mayî jî 13,535 mîlyard dram e”.
Ev hevsengî sala 2024 a de derket holê, dema ku wezîreta darayî ya Komara Ermenîstanê bi stansîya atomî re peymanek deynê bi mîqdara 1,035 mîlyard dram ji 7 mîlyard dramên ku ji bo torên êlêktrîkê yên voltên bilindê hatibûn plankirin îmze kirîye, di encamê de 5,9 mîlyar dram sala 2024 a de ji stansîya atomî re hatine dayîn.
Her wiha tê destnîşankirin ku ev biryar wê rê li ber kirina dravdanên ku di peymana îmzekirî de hatine destnîşankirin, îmzekirina peymanên têkildar û pêkanîna karên têkildar di nav dema dîyarkirî de, û her wiha bikaranîna fondên deynê di nav demên dîyarkirî yên di biryarê de veke.







