Nûnera taybet ya Yekîtîya Avropayê çûye herêma Tavûşê da ku mijarên ewlehî û mirovî nîqaş bike

“Di çarçoveya serdana xwe ya herêmî de, ez spasîya xwe ya dilsoz ji hevkarên xwe yên ermenî re ji bo danûstandinên girîng û watedar yên di rojên borî de dîyar dikim”,-nûnera taybet ya Yekîtîya Avropayê ji bo Başûrê Kafkasîyayê û krîza li Gurcistanê Magdalêna Gronoyê, li ser mîkrobloga xwe ya X ê nivîsîye, û serdana xwe ya dawî ya li Ermenîstanê kurteber kirîye.Ewê destnîşan kirîye ku li Yêrêvanê ew rastî cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan, sêkrêtarê konseya ewlekarîyê Armên Grîgoryan û berpirsên din yên payebilind yên sazîyên sereke hatîye.
Gronoyê destnîşan kirîye ku danûstandinên me li ser pêvajoya aşîtîyê ya Ermenîstan-Adirbêcanê, bi tekezî li ser pirsgirêkên girêdanê, hevkarîya gengaz ya sînor ya pêşerojê, û vekirina herêmê bi feydeyên aşîtîyê, û her weha hewildanên lihevhatinê piştî peymanên dîrokî yên li Waşîngtonê, sekinîne.
“Her wiha min serdaneke pir agahdar li herêma Tavûşê li ser mijarên ewlehî û mirovî kirîye. Yekîtîya Avropayê, wek hevkareke nêzîk, wê piştgirîya xwe ya ji bo Ermenîstan û Adirbêcanê bidomîne da ku gavên berbiçev û tedbîrên ber bi bidestxistina aşîtîya tevahî ve bên avîtin”.







