Wê peymanên Waşîngtonê bikevin qonaxa pratîk: şandeya amêrîkî wê kengê bigihîje Ermenîstanê

Nêzîkî mehekê piştî ku serokên Dewletên Yekbûyî, Ermenîstanê û Adirbêcanê li Waşîngtonê civîyan û belge îmze kirine, ne dîyar e kengê şandeya hukumeta Amêrîkayê wê bigihîje Ermenîstanê da ku peymanên ku li ser rêya Syûnîkê hatine çêkirin bicîh bîne. Di çapemenîyê de weşan hebûn ku şandeya amêrîkî hevtêya bê wê bê Ermenistanê, lêkolîn û nirxandinên pêşin wê li Syûnîkê bên kirin, û xerîtên zelal ji bo pêkanîna projeyên binesazîyê bên çêkirin.
Wezîrê nû yê di hukumeta Nîkol Paşinyan de Arsên Torosyan, di civîna rojnamevanan de bersiva pirsa Factor TV ê dîyar kirîye ku divê peymanên Waşîngtonê bikevin qonaxeke pratîk.
Wezîr gotîye: “Bi berçevgirtina peymanên 8 ê tebaxê, divê hevkarên me bên û bi rayedarên ermenî re bixebitin da ku peymanan bicîh bînin”. Wezîreta rêveberîya herêmî û binesazîyê ragîhandîye ku di vê gavê de di derbarê demê de zelalîyek tune, di demeke nêzîk de wê dîyar bibe ka endamên şandeya amêrîkî kengê wê bên.
Nêzîkî hevtêkê piştî îmzekirina belgeya sêalî ya li ser rakirina dorpêçê, wezîrê rêveberîya herêmî û binesazîyê Davîd Xûdatyan ragihandîye ku şandeya ji Dewletên Yekbûyî wê serdanê bike û komeke xebatê wê bê avakirin da ku dorpêça li ser rêyên di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de bê rakirin.
Xûdatyan her wiha eşkere nekirîye ku Ermenîstan wê çawa rêya ku Adirbêcanê bi Naxçêvanê ve girêdide kontrol bike. Li gorî wî, bersivên van pirsên têknîkî wê piştî xebata koma xebatê ya ermenî-amerîkî bên zanîn.
Li gorî danezana sêalî ya ku li qesira Sipî bi navbeynkarîya Donald Tramp hatîye îmzekirin, Adirbêcan bi rêya Ermenîstanê gihîştina bê astengî ya êksklava xwe, komara xweser ya Naxçêvanê, bi dest dixe. Rêya ku di Syûnîkê re derbaz dibe, li ser navê serokê Amêrîkayê wek “Rêya Tramp” jî tê binavkirin.
Rayedarên ermenî îdya dikin ku rakirina dorpêçê wê li ser bingeha prînsîpên yekparçeya axê, serwêrî, dadwarî û beramberîyê be.
Li gorî peymanê, di çarçoveya projeya “Rîya Tramp” de, tê plankirin ku konsorsyûma ermenî-amerîkî bê efirandin, hevaltî wê li Ermenîstanê bê tomar kirin. Di demên dawî de, Nîkol Paşînyan di brîfîngekê de piştrast kirîye ku hevaltîya ermenî-amêrîkî wê rê kontrol neke, lê wê rêveberîya karsazîyê ya rê bicîh bîne. Wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan jî li ser mijarê axivîye.
Wezîr zelal kirîye: “Tenê Komara Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî, bi rêkeftinekê, divê hevaltîke din, hevaltîke hilbijêrin, ku tê texmînkirin hevaltîke navneteweyî yan ji welatekî din be, ku wê avakirinê li ser cîhê pêk bîne, tê texmînkirin ku ew hevaltî jî wê rêveberîyê bicîh bîne”.
Nayê zanîn ka kîjan hevaltî wê rêveberîya karsazîyê ya rê bicîh bîne. Di vê qonaxê de, hîn jî ne dîyar e ka ew ê hevaltîke dewletê be yan taybet be.







