H’emû nûçeSereke
Hejmara mêvanên pavîlyona Ermenîstanê li “EXPO 2025” da ji mîlyonekê derbaztir bûye: Ararat Mîrzoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi boneya serdana serokwezîrê Ermenîstanê bo Japonyayê li ser rûpelên xwe yên medyaya civakî peyamek belav kirîye û daye zanîn ku hejmara mêvanên pavîlîyona Ermenîstanêye li “EXPO 2025” ada ji mîlyonekê derbaz bûye.
“Tarîq, çand, nûjenî, têknolojî û serfirazî: ev ne tenê vîzyona Ermenîstanê ya ji bo pêşkeftinê ye, lê di heman demê de ramanên bingehîn yên ku nêzîkatîya me ya ji bo kûrkirina hevkarîya bi Japonyayê re li ser hatîye damezrandin jî”.
Mirzoyan nivîsîye: “Serdana serokwezîr Nîkol Paşînyan bo Japonyayê qonaxeke girîng di têkilîyên dualî de nîşan daye û bingehên nû ji bo hevkarîya pêşerojê danîye”.







